Li Parîsê çalakiya edaletê
Li paytexta Fransa Parîsê jinên Kurd çalakiya lêgerîna edaletê ya ji bo 3 jînên şoreşger ên Kurd vê hefteyê jî berdewam kir.
Li paytexta Fransa Parîsê jinên Kurd çalakiya lêgerîna edaletê ya ji bo 3 jînên şoreşger ên Kurd vê hefteyê jî berdewam kir.
Çalakiya edaletê ya ji bo 3 jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatibûn qetilkirin, vê hefteyê jî berdewam kir.
Çalakiya edaletê ku dibin pêşengtiya tevgera Jinên Kurd ên Fransa ve hate lidarxistin, nûnerên Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî piştgirî dan çalakiyê.
Jin li pêşiya navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Parîsê li hev civiyan û bi wêneyên 3 jinên Kurd ên şoreşger dest bi meşê kirin.
Di meşê de bê navber dirûşmeyên 'Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne', 'Em edaletê dixwazin', 'Kujer Erdogan' hatin berzkirin.
Dema meş gihişt li pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ji bo şehîdên şoreşê deqîqeyekê rêz hate girtin.
Di çalakiya edaletê de banga ji bo edaleta Fransa hat kirin ku rastiyan derxînin holê û hat gotin ku 'Heta yên ev qetlîam pêk anîn neyên eşkere kirin wê lêgerîna me ya edaletê berdewam bike.'