Li Girtîgeha Tarsûsê kirinên dermirovahiyê
Girtiya jin a bi navê Şefîke Bîlîcî ji malbata xwe re qala îşkenceya li Girtîgeha Tarsûsê kir.
Girtiya jin a bi navê Şefîke Bîlîcî ji malbata xwe re qala îşkenceya li Girtîgeha Tarsûsê kir.
Girtîgeha Tarsûsê ya ku hê nû hatiye avakirin, dest bi îşkenceyê jî kir. Li gorî agahiyan îşkenceyên ji ya 12’ê Îlonê xerabtir, tên kirin.
Girtiya jin a bi navê Şefîka Bîlîcî ya di Girtîgeha Tarsûsê de, di hevdîtina bi malbatê de banga bihistyariyê li raya giştî kir û îşkenceyên ku tên kirin, bi vî awayî rêz kir.
Li gorî ragihandinên Bîlîcî, ev îşkence li ser girtiyan tê kirin;
"Ji mûslûxan ava pîs tê; xwarin û tiştên din bi qasî ku neyên xwarin xera bûne; girtiyan nabin revîrê; di dema lêgerîn û sewqa rûniştinan de rastî miameleya dermirovahiyê tên; mafê daxwaznameyan nadin bikaranîn; stendina sol û gore û cilên din hatine astengkirin; danûstendina ji kantînê tê astengkirin; dema kes diçin serdana girtiyan rastî miameleya dermirovahiyê tên."