'Karê ji bo Konferansa Jinên Kurd stratejîk e'

Endama KJK'ê Evîn Zîlan di destpêka civîna amadekariya 3. Konferansa Jinê ya Neteweyî de axivî û got, "Karê ji bo Konferansa Jinên Kurd stratejîk e."

Civîna amadekar a li ser 3. Konferansa Jinê ya Neteweyî, ku bi beşdariya jinên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê pêk tê, li bajarê Silêmanî bi axaftina vekirinê û xwendina raporên kar dest pê kir. Civîn bi pêşengiya Koma Jinên Kurdistanê (KJK) tê lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, endama KJK'ê Evîn Zîlan axivî.

Evîn Zîlan bi bîranîna Qedemxêr, Keça Nexdeyî Mîne Xatûn, Hapsexane Neqîp, Leyla Qasim, Margrat, Dayîka Gulnaz, Rindexan, Zarîfe, Besê, Zeynep Kinaci, Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan û Şirîn Elemhulî ku di dîroka Kurdistanê de bûne sembol, dest bi axaftina xwe kir û berxwedana li zîndanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.

JINÊN KURD BI ROLA PÊŞENGIYÊ RABÛN

Evîn Zîlan bibîr xist, di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeran hate dayin, jinên Kurd her tim cihê xwe li nava refên berxwedanê girtine û got, "Li Kurdistanê di hemû raperîn û serhildanan de jinên Kurd bi ruhê fedayî û pêşengiyê rabûn. Jinên Kurd ku di têkoşîna azadiyê ya gelê me de xwedî rol in, di pêvajoyên çareserî û aştiyê de jî bi rola xwe rabûn. Lê belê ji ber serdestiya zîhniya mêr, dîroka jinên Kurd kêm hatiye nivîsandin."

'EM DIKARIN ZEMÎNEKE HEVPAR A TÊKOŞÎNÊ BAFIRÎNIN'

Evîn Zîlan destnîşan kir, li gel pêşengiya xwe ya di nava têkoşîna azadî û demokrasiyê de, jinên Kurd dixwazin pêşengiyê ji yekîtiya neteweyî re jî bikin, ji bo vê dixebitin û got, "Em jinên Kurd, dikarin zemîna Kurdistaneke azad bafirînin. Kombûna me ya îro li vir, nîşaneya vê yekê ye. Di civînên me yên beriya niha de ku li Amed û Hewlêrê hatin kirin, biryarên girîng hatibûn girtin. Konferansên dîrokî bûn. Em îro jî ji bo amadekariya sêyemîn a van civînan li vir in."

'EM VÎ KARÎ STRATEJÎK DIBÎNIN'

Di dewama axaftina xwe de Zîlan got "Em KJK pêşniyar dikin ku mekanîzmayeke biryarê ava bikin ku jinên Kurd bikaribin zemîna nîqaşa hevpar ava bikin û bikaribin rista xwe bi cih bînin. Ev mekanîzma hem ji bo çareseriya arîşeyan û hem ji bo yekîtiya jinên Kurd, ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê wê risteke girîng bi cih bîne. Karê konferansa jinên Kurd stratejîk e. Em KJK bi vî rengî nêzî mijarê dibin. Jiyana azad tenê bi karê hevpar ê jinên azad dikare pêk were û bi çalakiya wan a hevpar."

Piştî axaftina destpêkê jinên ku tevlî civînê bûne yek bi yek xwe dane naskirin û şandeyên çar parçeyên Kurdistanê gotarên xwe dan.