Dayikên Şemiyê: Îbrahîm û Edîp Çelîk li ku ne?
Dayikên Şemiyê di hefteya 641'an de aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk pirsîn ên ku ji sala 1994'an ve agahî jê nayê standin û gotin ku 'Îbrahîm û Edîp Çelîk li ku ne?'
Dayikên Şemiyê di hefteya 641'an de aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk pirsîn ên ku ji sala 1994'an ve agahî jê nayê standin û gotin ku 'Îbrahîm û Edîp Çelîk li ku ne?'
Dayikên Şemiyê, bi armanca ku aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin, di hefteya 641'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam dikirin. Dayikan bi qurnefilên sor, çarikên spî û wêneyên zarokên xwe kom bûn û pankarta “Faîl diyar in, winda li ku ne" vekirin. Di çalakiya rûniştinê de Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglu, Lîstikvan Yûsûf Çetîn û gelek kesên din amade bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Îbrahîm Çelîk ê 50 salî û kurê wî yê 19 salî Edîp Çelîk ku di sala 1994'an de li Êlihê hatin revandin û windakirin, hate pirsîn.
YILDIZ: DIVÊ EDALET TENÊ NE LI MALTEPEYÊ BE
Dayika Murat Yildiz ê di 23'ê Sibata 1993'an de hat revandin Hanîfe Yildiz di destpêkê de axivî û wiha got: "Ez diçim ku ez rastî bêedaletiyê têm. 23 sal in li edaletê digerim û edaletê nabînim. Nûriye û Semîh 122 roj in di greva birçîbûnê deli edaletê digerin. Em 22 sal in edaletê dixwazin. Divê daxwaza edaletê tenê li Maltepe bi sînor nemîne."
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî jî bal kişand ser mafên mirovên di bin çavan de û wiha got: "Dema tiştek di destê îktîdarê de tune be bê sedem êrîş dike. Ji ber me derbarê saziyên hatin girtin de rapor amade kir, îro parêzvanên mafên mirovan tên binçavkirin. Lê em dibêjin têkoşîna me ya mafên mirovan wê bidome. Têkoşîna mafên mirovan wê her bidome."
ÇELÎK: SÊ NIFŞ IN LÊGERÎNA ME YA EDALETÊ DIDOME
Keça Îbrahîm Çelîk Feryal Çelîk jî ji ber ku nekarîbû biaxive name nivîsand û nameya wê hat xwendin. Çelîk, di nameya xwe de anî ziman ku bav û birayê wê di bin çavan de hatin windakirin û wiha got: "Ji ber em Kurd in em tên windakirin û tên kuştin. Gelo Kurdûn sûc e? 23 sal derbas bûn, lê hêj em agahiyê ji bav û birayê xwe nagirin. Ev wê heta kengî bidome?."
USTUN: JI BO HEMÛ MIROVAN EDALET
Vê hefteyê li ser navê Mirovên Şemiyê Beyza Ustun daxuyanî da û bal kişand ser lêgerîna malbatan a edaletê û çalakiya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça û ji her kesî re edalet xwest.
Piştî Ustun, xizmên malbata Çelîk axivîn û gotin: "Em ji kesên me mahkûmî goristanan dikin bi gilî û dozdar in. Em windayên xwe dixwazin. Em edaletê dixwazin" Malbatê anî ziman ku 23 sal in daxwaza wan a edaletê bê bersiv tê hiştin” û pirsîn "Gelo Îbrahim û Edîp Çelik li ku ne?"