JIN
Hemû Nûçe
-
Projeya nû ya Utamara: Kafeya Cîhana Jinê
Navenda Kombûna Jinê Utamara ku li Lînzê kar dike, mohra xwe danî binê projeyeke nû ya bi navê "Kafeya Cîhana Jinê, Kombûna Jinê." -
Rojnamevan: Em ê 25'ê Mijdarê li qadan bin
Rojnamevanên jin gotin, ji bo jiyaneke wekhev, azad û demokratîk wê roja 25'ê Mijdarê li qadan bin û diyar kirin, kengî û li ku dibe bila bibe wê dengê jinan ragihînin. -
Li Nisêbînê çalakiya ‘25’ê Mijdarê’: Jin wê li qadan bin!
Jinên HDP’yî û Dayikên Aştiyê ji bo 25’ê Mijdarê kom bûn û peyama; “Têkoşîna me bi azadî û bihêzbûnê re wê bidome.” -
Jinên Edeneyî: Em çalakiya Leyla Guvenê silav dikin
Jinên Edeneyî, piştgirî dan parlamentera HDP'yê ya Colemêrgê Leyla Guven ku di girtîgehê de tê ragirtin. Jinan got, "Tecrîdkirina birêz Ocalan tecrîdkirina tevahiya gelê Kurd e." -
Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava dibe
Meclîsa Jinê ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo Desteya Jinan ava bike, li Eyn Îsayê li hev civiya. -
Jinên Îranî bêyî destûra mêr nikarin biçin ger û geştê
Li Îranê, jineke zewicî dema bixwaze biçe, ger û geştê neçar dimîne ji hevserê xwe destûrê bigire. Jinên ne zewicî û yên kêmî 20 salî jî neçar in destûrê ji bavê xwe bigirin -
Rêxistina Efûyê: Erebîstana Siûdî êşkenceyê li jinan dike
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand, hêzên Siûdî bi elektroşok û gelek rêbazên din êşkence li aktîvîstên femînîst kirine ku meha Gulanê hatin girtin. -
Têkoşîna jinê ne rojekê ye, her roj e
Jin xwe amade dikin ku 25'ê Mijdarê dakevin qadan. Ew her rojê têdikoşin, ne tenê rojekê. Jin hewl didin têkoşîneke hevpar biafirînin. -
Piştî 7 mehan cenazeyê gerîlaya YJA Starê Încî hate veşartin
Piştî hewldanên mezin ên malbatê cenazeyê gerîlaya YJA Starê Fatma Încî (Amara Serhet) a meha Nîsanê di şerekê de li Sêrtê şehîd bibû, hate girtin û veşartin. -
Jinên Kobanê ji bo 25’ê Mijdarê meşiyan
Li Kobanê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê meşek hate lidarxistin. Bi sedan jin beşdarî meşê bûn û dirûşmeya ‘Dest bi dest rizgar bikin jina bidest’ berz kirin. -
'Jina perwerdekirî civaka perwerdekirî ye'
Gerîlayên jin diyar kirin ku êrîşkar ji jinên perwerdekirî ditirsin û dixwazin di kesayetiya wan de civakê bê vîn û bê bawerî bihêlin. -
'Divê jin dengê xwe bikin yek û dakevin qadan'
Endamên Piştevaniya Mor a Edeneyê gotin, divê jin ji bo maf û jiyana xwe di 25'ê Mijdarê de bibin yek û dakevin qadan. -
Şîdeta li jinê di asteke metirsîdar de ye
Li gorî anketeke ku li welatên rojavayî hate çêkirin, şîdeta li jinê di asteke metirsîdar de ye. -
ROJIN hate ragihandin
Jinên Kurd ên kedkarên çapemeniyê yên li derveyî welat, li Belçîkayê konferansek li dar xistin û avakirina ROJIN (Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê) ragihandin. -
Çapemeniya Kurdî ji bo jinan ekranên xwe reş kirin
Qenalên televîzyonên Kurd ku şopdarên kevneşopiya çapemeniya azad e li dijî şîdeta li jinê ekranên televîzyonan deqeyekê reş kirin. -
Jinan piştgirî dan Platforma Zimanê Kurdî
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd avabûna Platforma Zimanê Kurdî pîroz kir. Platformê banga piştgiriyê li gel kir. -
Jinên SYKP'yî li Elmanyayê li hev rûniştin
Li Elmanyayê jinên endamên Meclîsa Jinên Ewropa ya SYKP'ê li hev rûniştin û ji bo 25'ê Mijdarê banga tevlîbûna li çalakiyan kirin. -
Wekîlên jin ên HDP'yî silav dan Leyla Guven
Wekîlên jin ên HDP'yî ji bo Leyla Guven ku li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê, li gel astengiya polîsan jî çalakî kirin. -
Danezana KJK'ê ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê
KJK'ê Danezana Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê weşand. Di danezanê de hate gotin, "Têkoşîna me ya li dijî terora mêr û dewletê, divê ne tenê 25'ê Mijdarê be. Pêwîste di her kêliyê de li her cihî jin li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin." -
Kampanya nû ya TJK-E'yê: Tundiya li ser jinê polîtîk e!
TJK-E, ji îro û pê ve dest bi kampanyayeke nû ya bi şiyara 'Tundiya li ser jinê polîtîk e' dike. -
Jin êdî hîn xurt û bi rêxistin in
Hevberdevka DAKP'ê Bahar Karakaş Ûlûg diyar kir, li dijî şîdeta li jinê wê roja 25'ê Mijdarê derketin qadan û got, jin êdî hîn xurt û bi rêxistin in. -
Têkoşîna hevpar a li dijî şîdetê
Jin her sal 25'ê Mijdarê li dijî şîdetê dadikevin qadan. Hejmara jinên tên kuştin her sal zêde dibe. Şîdeta li jinê çawa û çima rû dide? Jin li dijî vê çi dikin, ya jî divê çi bikin? -
DAKP'ê bernameya 25'ê Mijdarê ragihand
DAKP'ê bernameya çalakiyan a ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ragihand. DAKP'ê diyar kir ku ew ê li dijî her cure newekheviya zayendî, nîjatperestiyê û normên zayendiya civakî têbikoşin. -
Dayikên Şemiyê: Em ne qaf û qolan, hestiyên xwe dixwazin
Dayikên Şemiyê li gel dorpêça AKP'ê jî cara 712'an hatin cem hev û li aqûbeta Nîhat Aydogan pirsîn, ku 30'ê Mijdara 1994'an hate destgîrkirin û nebedîkirin. -
Tundî û komkujiyên li dijî jinan li Elmanyayê zêde bûn
Li Elmanyayê hema bêje her du rojan jinek ji aliyê hevjîn yan jî destgiriyê xwe ve tê kuştin, tê texminkirin ku hejmara jinên ku tundî li wan tê kirin zêdetirî sed hezaran e.