Jinên SYKP'yî li Elmanyayê li hev rûniştin

Li Elmanyayê jinên endamên Meclîsa Jinên Ewropa ya SYKP'ê li hev rûniştin û ji bo 25'ê Mijdarê banga tevlîbûna li çalakiyan kirin.

Endamên Meclîsa Jinên Ewropayê ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) li bajarê Frîedrîchshafen ê Elmanyayê li hev kom bûn û 7'emîn civîna xwe li dar xistin. Civînê 2 rojan dom kir û endamên SYKP'ê yên li welatên Ewropa beşdar bûn.

Di civinê de ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê banga tevlîbûnê hate kirin.

'WÊ LI HER DERÊ JIN DAKEVIN KOLANAN'

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin, wê bi wesîleya 25'ê Mijdarê li hemû welat û bajaran bi rêxistinên jinan ên Tirkiyeyî û xwecihî dakevin qadan.

Jinan diyar kirin, wê çalakiyên piştevaniya bi karker û flormar ên li Tirkiyeyê re jî bidomînin.

Meclîsa Jinên Ewropayê ya SYKP'ê wê civîna xwe ya 8'an meha Gulana 2019'an li Lozanê pêk bîne.

SYKP'ê ji bo şopandina plansaziya çalakiyan ev navnîşan da:  'facebook.com/sykpavrupakadinmeclisi'