Şîdeta li jinê di asteke metirsîdar de ye

Li gorî anketeke ku li welatên rojavayî hate çêkirin, şîdeta li jinê di asteke metirsîdar de ye.

Ji Fransa, Îngilîstan, Spanya, DYA, Elmanya û Îtalyayê nêzî 6 hezar jin tevlî anketê bûn.

Anket bi rêya înternetê hate kirin û encamên wê jî ji aliyê Weqfa Jean Jaûres û Weqfa Lêkolînên Pêşverû ya Ewropayê ve hatin eşkerekirin.

Li gorî lêkolînê, 86 ji sedî yê jinên li Fransayê di emrê xwe de herî kêm carekê bûne hedefa êrîşa zayendî û destdirêjiyê.

12 mehên dawî, 44 ji sedî yê jinên Elman, 35 ji sedî jinên Spanyayî û 24 ji sedî jinên Fransayî bûn mexdûrê şîdetê.

Li gorî anketê, yên ku herî zêde şîdet li wan tê kirin, jinên kêm 35 salî ne.

Par li Elmanyayê, yek ji heft jinan li qadên cemaweriyê bûn hedefa destdanê.

Wekî din, jinên Fransayî yên beşdarî anketê bûn, bi rêjeya 8 ji sedî ragihandin ku di emrê xwe de carekê destavêtin li wan bûye.