Tundî û komkujiyên li dijî jinan li Elmanyayê zêde bûn

Li Elmanyayê hema bêje her du rojan jinek ji aliyê hevjîn yan jî destgiriyê xwe ve tê kuştin, tê texminkirin ku hejmara jinên ku tundî li wan tê kirin zêdetirî sed hezaran e.

Li gorî nûçeya kovara Der Sîegel ku agahiyan disprêre Daîreya Krîmînal a Federal (BKA) li Elmanyayê sala derbasbûyî li 139 hezaran kesan şîdet hate kirin ev jî aliyê hevjîn yan jî destgiriyê wan ve pêk hatiye.

Ji van kesan 113 hezar û 965 jin in û nêzî 25 hezaran jî jin yan jî zilam yan ji aliyê destgiriyê xwe ve şîdet lê hatiye kirin.

Li gorî heman agahiyan  hejmara jinan ên ku di sala 2016’an de tundî  li wan hatî kirin jî 109 hezar bû. Ev jî dide nîşandan rêjeya şîdetê 5 hezar zêde bûye.

1 JI 3'YÊN WAN JI  HELA BIYANIYAN VE TÊNE KUŞTIN

Li gorî îstatîkan sala derbasbûyî 147 jin ji aliyê hevjînê berê yan jî destgiriyê wê ve hatiye kuştin.

L, aliyê din bûyerên tundiyê yên li Elmanyayê di navbera hevjînên de bi taybet di navbera kesên ku koka xwe biyanîne de  zêde dibe.

Li gorî vê ji gumanbarên ji sûcê li dijî jinan de 68 ji sedî hemwelatiyên Elmanyayê ne.

Wezîra Malbatê ya Federal Fransîzka Gîffey kuji Der Spîegelê re axivî got şîdeta li dijî jinê di nava her beşê civakê de heye.

Wezîr diyar kir ku li welatekî mîna Elmanyayê di salekê de kuştina 147 jinan nayê qebûl kirin.