Piştî 7 mehan cenazeyê gerîlaya YJA Starê Încî hate veşartin

Piştî hewldanên mezin ên malbatê cenazeyê gerîlaya YJA Starê Fatma Încî (Amara Serhet) a  meha Nîsanê di şerekê de li Sêrtê şehîd bibû, hate girtin û veşartin.

Rejîma AKP’ê 17’ê Nîsana 2018’an li herêma Herekol a Sêrtê bi tevlîbûna gelek balafirên keşfê yên bê mirov, balafirên şer û helîkopterên Kobra dest bi operasyoneke berfireh kiribûn.

Di dema operasyonê de şer di navbera gerîla û leşkerên Tirk de derketibû. Di şerê qewimî de 6 gerîla şehîd bûbûn. Yek ji van gerîlayan Fatma Încî bû.

Malbatê gerîlayê ev 6 meh in dixwazin cenazeyê keça xwe bigirin. Birayê Încî cara destpêkê 4’ê Hezîranê li Sêrtê serlêdan kiribû. Lê ve serlêdan ji aliyê Saziya Tiba Edlî ya Enqerê ve hatibû redkirin. Malbat ji bo cenazeyê keça xwe bigirin, nimûneya testa DNA’yê dan.

Her çendî rejîm nexwaze cenaze bide jî mînaka testa DNA’yê hate erêkirin. Lê daxwaz hate kirin ku nimûneya testa DNA’yê ji dayik û bavê wê yên veşartî bên girtin. Malbatê ev yek red kirin. Piştî hewldanên zêde Pêncşema borî cenaze ji aliyê malbatê ve hate girtin. Roja Înê li Sêrtê cenazeyê Încî li taxa Çatakdibî ya Erdîşê hate veşartin.