Hevşaredar hatin girtin û qeyûm tayînê cihê wan hat kirin

Piştî ku hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan şevê din hatin girtin, îro jî qeyûm li cihê wan hate tayînkirin kirin.

Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan ku di 10’ê Çileyê di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin, duh sewqî dadgeriyê hatin kirin û piştre hatin girtin. Wezareta Karên Hundir ragihand ku li Şaredariya Akdenîzê qeyûm hatiye tayînkirin.


Wezareta Karên Navxweyî, ragihand ku qeymeqamê Akdenîzê Zeyît Şener wekî qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hatiye kirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 3 endamên meclîsê jî ji peywirê hatine dûrxistin.