Jinan piştgirî dan Platforma Zimanê Kurdî

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd avabûna Platforma Zimanê Kurdî pîroz kir. Platformê banga piştgiriyê li gel kir.

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi boneya Platforma Zimanê Kurdî ya ji aliyê 9 partî û rêxistinên Kurd ve hatibû damezirandin, peyama piştevanî û pîrozkirinê weşand. Daxuyaniya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd wiha ye:

"9 partiyên Kurdan; HDP, DBP, OSP, PSK, PDK-B, PDK-T, Tevgera Azadî, Partiya Mirov û Azadiyê û PAK'ê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û yê fermî Platforma Zimanê Kurdî ava kirin. Û wê vê mijarê têxin rojeva dewletên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî.

Em, Platforma Yekîtiya Jinên Kurd; vê platformê pîroz dikin û pişgiriyê didin hemû xebatên wan. Yekîtiya ji bo ziman di heman demê de gavek girîng e ji bo ku pêşî li helandina ziman bê girtin.

Hemû cîhan dizane ku ziman bihele netewe jî dihele û qirkina jin, zarok û civakan bi zextên li ser zimanê Kurdî pêk tê.

Ji ber vê sedemê em avabûna Platforma Zimanê Kurdî pîroz dikin. Em, Platforma Yekîtiya Jinên Kurd jî di deklarasyona xwe de eşkere dikin ku; li dijî zilm û zordariya li ser nasnameya Kurd û jinan û pişaftinê platforma me hat damezirandin.

Em careke din Platforma Zimanê Kurdî silav dikin, kesên ku ked daye wan xebatan jî pîroz dikin û çi xebatên ji bo ziman hebe em ê bi dilxweşî û rûmetî tevlê bibin û pêşwazî bikin. Em bangî hemû Kurdan dikin ku piştgiriyê bidin xebatên Platforma Zimanê Kurdî."