Li Nisêbînê çalakiya ‘25’ê Mijdarê’: Jin wê li qadan bin!

Jinên HDP’yî û Dayikên Aştiyê ji bo 25’ê Mijdarê kom bûn û peyama; “Têkoşîna me bi azadî û bihêzbûnê re wê bidome.”

Meclîsa Jinê ya bajarê Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştevaniya bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeya Nisêbênê civiya. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdinê Ebrû Gunay, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên bajar û navçeyê beşdarî çalakiyê bûn.

Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Samiye Demîr tundiya li dijî jinê şermezar kir û got ew ê tu caran bêdeng nemînin.

‘EM RANEWESTIYAN, EM Ê RANEWESTIN!’

Parlamentera HDP’ê Ebrû Gunay jî wiha got; “Her roj li kolan, mal û cihê kar tundî li jinan tê kirin. Me bi têkoşîneke mezin zext û tundî qebûl nekir û em qebûl jî nakin. Em li dijî tundiya li jinan a li kolan, li mal û li her derê ne. Bi têkoşîna xwe em ê li dijî tundiyê rawestin û dawî lê bînin. Têkoşîna me  bi azadî û bihêzbûnê re wê bidome. Em tu caran ranewestiyan û em ê ranewestin jî.”