Danezana KJK'ê ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê

KJK'ê Danezana Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê weşand. Di danezanê de hate gotin, "Têkoşîna me ya li dijî terora mêr û dewletê, divê ne tenê 25'ê Mijdarê be. Pêwîste di her kêliyê de li her cihî jin li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin."

Koordînasyona KJK'ê Danezana 25'ê Mijdarê Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê weşand.

Di destpêka danezanê de xwişkên Mîrabel hatin bîranîn ku sala 1960'î ji ber ku li dijî rejîma dîktator a faşîst a li Komara Domînîkê li ber xwe dan, destdirêjî li wan hatibû kirin û bi rengekî hovane hatibûn kuştin.

Bi wesîleya 25'ê mijdarê ku bi berxwedana xwişkên Mîrabel watedar bû, jin ên ciwan, zarok û dayikên hatin kuştin, hatin bîranîn û hate gotin, "Li dijî destavêtin, destdirêjî û kuştina jinan, jinan her tim li ber xwe dan. Ev berxwedan wê veguhere têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan, wê xweparastin hîn xurt bibe û bi vî rengî şîdeta sîstema mêr ê serdest wê pûç bibe. Li ser vê bingehê, jiyana azad wê di nava kêliyê de bê afirandin. Bi navê tevgera jinan, em bi biryar in ku bi berxwedana li dijî faşîzmê xwe azad bikin."

ŞÎDETA LI JINÊ ÊDÎ VEGUHERIYE QIRKIRINA JINÊ

Koordînasyona KJK'ê bal kişand ser şîdeta sîstemê û ya mêr a li jinê tê kirin û ragihand, şîdeta her du hêzan a li dijî jinê bi piştevaniya hev hatiye kirin.

KJK'ê da xuyakirin, ku netewe-dewlet êdî global û hegemonîk bûne, bi vî rengî kuştin û komkujiya jinan derketine asta qirkirinê û got, "Divê şîdeta li jinê êdî bi navê qirkirina jinê bê pênasekirin."

Hate bibîrxistin, li gorî lêkolîn û statîstîkên zanistî, li gelemperiya cîhanê li yek ji sê jinan şîdet tê kirin û hate gotin, bi taybetî li welatên Rojhilata Navîn, Afrîka, Asya, Latîn Amerîkayê hema bêjin her jin dibe hedefa şîdeta fîzîkî û psîkolojîk.

Di danezanê de hate ragihandin, ji bo tepisandina mûxalefeta ciavkî û pêşîgirtina li tevgerên azadiya jinê, şîdeta li jinê weke rêbazekê tê bikaranîn û bi polîtîkayên li qadên medya, çand û hunerê, ev rêbaz ê xurtkirin.

KJK'ê diyar kir, sîstemên netewe-dewletê yên global bûne, terora dewlet û mêr bi zêdekirina komkujî û qirkirina jinê hewl didin emrê xwe dirêj bikin.

Di danezanê de hate bibîrxistin, bi saya berxwedana jinan 25'ê Mijdarê bûye roja têkoşîna li dijî şîdeta li jinê û hate gotin, "Ev biryara Neteweyên Yekbûyî encama xurtkirina rêxistinbûn û berxwedana jinan e. Ji bo jinan ne tenê 25'ê Mijdarê, her roj roja berxwedan û têkoşînê ye."

DI ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ DE ŞERÊ SEREKE DÎSA LI DIJÎ JINÊ YE

Di dewama danezanê de hate bibîrxistin, Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime ku navenda wê Rojhilata Navîn e û hate gotin, "Karakterê vî şerî dişibe şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê. Bandorê li tevahiya cîhanê dike. Li vê derê ne tenê şerê bazirganî, dîplomatîk û siyasî tê kirin. Şerî herî mezin li dijî jinên ku li ser rêya azadiyê ne, tê kirin. Di navenda Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de careke din mêtingeriya jinê heye. Bi teknîkên herî pêşketî û polîtîkayên berfirh êrîş li beden, ruh û keda jinê tê kirin. Polîtîkayên şîdetê jî li ser vê bingehê tên bikaranîn."

DESTHILATDARIYA ERDOGAN SERKÊŞÊ ŞÎDETA LI JINÊ YE

Di danezanê de hate ragihandin, şêwe û asta şîdeta li erdnîgariya Rojhilata Navîn li jinê tê kirin, ji statîstîk û hejmarên tên eşkerekirin gelekî zêdetir e û hate gotin, "Li Bakur û Rojava li dijî tevgera me ya azadiya jinê şerekî mezin tê kirin. Her ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd li Rojhilata Navîn û Kurdistanê geş dibe, êrîş jî zêde dibin. Şîdeta li jinê û terora dewletê û mêr di zikhev de didomin. Polîtîkayên şîdetê yên li Kurdistanê li jinê tê kirin gihaştine asta komkujî û qirkirina jinê. Revandina jinan, destavêtin û destdirêjiya ku DAÎŞ'ê li Şengalê kir û dewleta Tirk li Efrînê kir, heman mejî ye.

Zêdebûna şîdeta li jinê ji nêz ve bi nêzîkatiya li Rêber Ocalan heye. Ji sala 2015'an dema qutkirina hevdîtinên bi Rêberê me re, şîdeta li jinê her zêde dibe. Her ku sîstema zext û êşkenceyê ya li Îmraliyê dijwar dibe, şîdeta li jinê ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî zêde dibe.

Rêberê me bi rêbazeke radîkal li ber polîtîkayên mêtingerî û şîdeta jinê ya modernîteya kapîtalîst rabûye. Armanceke din a komployê jî dewamkirina mêtingerî û şîdeta li jinê ye. Bi wesîleya rojê em careke din dixwazin bêjin, azadiya Rêberê me azadiya jinan e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, êrîşên bingehîn ên desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst, rejîma dîktator a Erdogan li dijî jinên azad, civaka azad e. Lewma destketiyên jinan yek bi yek ji holê radike."

Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir, desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê serkêşiya polîtîkayên dijminatiya li jinê dike û wiha dewam kir: "Rejîma AKP, Erdogan ku dijminê azadiya civakî ye, bi polîtîkayên xwe yên netewe-dewlet ên faşîst, dijminatiya xwe ya li jinan didomîne. Şîdeta li jinê û pêkanînên hevgirtî yên terora mêr, herî zêde li Tirkiyeyê tên kirin. Ji ber vê yekê êrîşê dibe ser şoreşa jinê ya li Rojava."

GUHERTINA LI ÎRANÊ Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ WÊ BI DESTÊ JINÊ BIBE

Di danezanê de hate ragihandin ku jinên li Îranê û Rojhilat li dijî rejîma zordar her li ber xwe didin û hate gotin, "Eger wê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê guhertinek pêk were, ev yek wê bi destê jinê bibe."

Koordînasyona KJK'ê diyar kir, têkoşîna bi rûmet a jinên Îranî û Rojhilatî her ku xwe bi rêxistin bike wê mezin bibe û bi ser bikeve.

JI BO EFRÎNÊ DIVÊ JIN HEMÛ RABIN SER PIYAN

KJK'ê da xuyakirin, yê ku dijminatiya herî mezin li konfederalîzma demokratîk, li projeyên neteweya demokratîk ên bi pêşengiya azadiya jinê dike, rejîma Erdogan a faşîst e û ragihand, êrîşa sala 2018'an a li dijî Kantona Efrînê jî li ser vê bingehê hatiye kirin.

KJK'ê da zanîn, revandina jinan li Efrînê ji aliyê çeteyan ve û kiryarên çeteyên DAÎŞ'ê yên li Şengalê yek e û wiha dewam kir: "Şoreşa Rojava bi rengê şoreşa jinê xwe bi rêxistin kir. Lewma êrîşa li Efrînê êrîşa li azaiya jinê, êrîşa li gelan, êrîşa li şoreşa jinan e. Dewleta Tirk dema ku li Efrînê komkujî kir, armanca xwe ya bingehîn têkbirina têkoşîna jinên azad a gerdûnî bû."

Koordînasyona KJK'ê diyar kir, faşîzma Erdogan ne tenê li dijî jinên Kurd e, di heman demê de li dijî jinên Ereb, Tirk, Fars, Ermenî, Elewî û jinên Êzidî ye û got, "Ji bo pêşî li şîdeta li jinê bigirin, divê em hişmendiya xweparastinê û rêxistiniya xwe, çalakiyên xwe xurt bikin."

Di danezanê de bang li hemû jinên li gelemperiya cîhanê hate kirin ku şîdeta dewletê û mêr a li welatên Rojhilata Navîn li jinê tê kirin protesto bikin, komkujiya jinan ku li Efrînê tê kirin bixin rojevê û li ser vê bingehê çalakiyan bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî hêzên netewe-dewlet ên faşîst ên dijminê Kurdan, li dijî sîstema serdestiya mêr, em banga mezinkirina berxwedana hevpar dikin.

Dirûşma 'Divê hemû jin ji bo Efrînê rabin ser piyan' roja 25'ê Mijdarê li qadan deng vede. Em 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî şîdeta li jinê li qadan û kolanan bin, mîtîng û meşan li dar bixin."

Di dawiya danezanê de hate gotin, "Li dijî terora mêr û dewletê, ne tenê 25'ê Mijdarê em di her kêliya jiyanê de li her qadê berxwedan û rêxistinbûna jinê xurt bikin. Bi mejî, ked û biryardariya xwe em paşeroja xwe ji nû ve ava bikin."