Jinên Kobanê ji bo 25’ê Mijdarê meşiyan

Li Kobanê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê meşek hate lidarxistin. Bi sedan jin beşdarî meşê bûn û dirûşmeya ‘Dest bi dest rizgar bikin jina bidest’ berz kirin.

Li herêma Firatê bi sedan jin di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê li Kobanê li dijî tundiya li jinê meşiyan.

Bi pêşengiya Kongreya Star bi dirûşmeya ‘Dest bi dest rizgar bikin jina bindest” ji bo 25’ê Mijdarê meşek hate lidarxistin. Bi sedan jinên herêma Firatê, Hêzên Parastina Civakî-Jin, YPJ, HAT-Jin û Asayîşa Jin tev li meşê bûn.

Di meşê de alên YPJ, Asayîşa Jin û pankartên bi nivîsên "Sonda me ye em pergala Îmraliyê bişikînin û bi rêber Apo re azad bijîn”, “Werin em bi vîna jina azad dagirkeriyê hilweşînin”, “Dest bi dest rizgar bikin jina blindest” , “25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan e” û her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên YPJ`ê Arîn Mîrkan, Sarya Ozgur û Roza Rênas hatin rakirin.

Meşê ji Qada Aştiyê dest pê kir heta Qada Jina Azad berdewam kir. Di meşê de jinên herêma Firatê dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Kujer Erdogan’ berz kirin.

Meş li qada Jina Azad veguherî mîtîngê. Li vir endama Koordînasyona Kongreya Star Sara Xelîl axivî û diyar kir ku jinan bi deng û rengê xwe bersiva hemû pirsan û dagirkeriyê da û got jin li ku derê bin bila bibin, divê azad bin.

Sara bi domdarî got; “Em her jinek berpirsyarên azadiya Rêber Apo ne. Çalakiyên me ji bo azadkirina Rêber Apo didomin.”

Piştre, yek rêveberên Kongreya Star a Sirînê Hele Mihemed diyar kir ku çanda baviksalar dixwaze her tim jinê bixin bin serweriya xwe û wiha dewam kir: “Bi fikra Rêber Apo jin hêdî hêdî azad bûn. Em wek jinên Sirînê soz didin em ê hemû jinên bindest azad bikin."

Mîtîng bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Bê serok jiyan nabe’ bi dawî bû.