Rêxistina Efûyê: Erebîstana Siûdî êşkenceyê li jinan dike

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand, hêzên Siûdî bi elektroşok û gelek rêbazên din êşkence li aktîvîstên femînîst kirine ku meha Gulanê hatin girtin.

10 aktîvîst, ji ber ku xwestibûn mafê jinan ê ajotina wesayitan bê qebûlkirin û sîstema bi serweriya mêr bê rakirin, hatibûn girtin.

Çend ji aktîvîstan hatin berdan. Lê belê tevî banga Neteweyên Yekbûyî û gelek saziyên din, 6 aktîvîst hînê girtîne. Îlona 2017'an piştî ku li dijî hin aliman, rewşenbîr û aktîvîstan operasyon hatin kirin, aktîvîstên jin jî hatin girtin. Çavdêr dibêjin, operasyon ji bo bêdengkirina rexneyên li dijî prensê velîaht Mûhammed Bîn Salman hatine kirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li gorî gotinên sê jinên girtî raporek amade kir. Li gorî raporê, jinan gotin ku bi elektroşok û qamçiyê êşkence li wan hatiye kirin û hinek ji jinan piştî vê êşkenceyê nema kariye bimeşin.

Rêxistina Mafên Mirovan Amnesty Internatîonalê jî ragihand, hin ji van jinan bûne hedefa îstîsmara zayendî.