Têkoşîna hevpar a li dijî şîdetê
Jin her sal 25'ê Mijdarê li dijî şîdetê dadikevin qadan. Hejmara jinên tên kuştin her sal zêde dibe. Şîdeta li jinê çawa û çima rû dide? Jin li dijî vê çi dikin, ya jî divê çi bikin?
Jin her sal 25'ê Mijdarê li dijî şîdetê dadikevin qadan. Hejmara jinên tên kuştin her sal zêde dibe. Şîdeta li jinê çawa û çima rû dide? Jin li dijî vê çi dikin, ya jî divê çi bikin?
Li gorî daneyên sala 2018'an ên Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin', 335 jin heta meha Mijdarê ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Gelek jin jî bûne hedefa şîdeta hevser, hezkirî, bav, bira, ya jî mêrên ku qet wan nas nakin. Platformê, ji sala 2008'an û vir ve karekî bi navê 'Bîrdariya dîjîtal a ji bo jinên ji ber şîdetê mirine' dike. Dema ku mirov bala xwe didin ser vê kronolojiyê, tê dîtin ku şîdeta li jinê roj bi roj zêde dibe.
ŞÎDETA LI JINÊ ÇI YE?
Gelo şîdeta li jinê çi ye û li dijî vê yekê çi dikare were kirin? Li gorî pênaseya Mor Çati; yek ji her sê jinan ji hevser an jî hezkiriyê xwe şîdetê dibîne. Şîdet ji ber gelek tiştan tê kirin, lê yek ji sedemên bingehîn serweriya mêr e.
Şîdet ne tenê ji aliyê fîzîkî ve tê kirin. Şîdet di warê fîzîkî, psîkolojîk, zayendî û aborî de jî bandorê li jiyana jinan dike. Ji bo şîdeta fîzîkî ev mînak dikarin werin dayin: lêdana sîleyê, birîndarkirin, destavêtina qirikê, lêdana bi kulmê hwd. Ji bo şîdeta psîkolojîk jî; biçûkxistin, gefxwarin, manîpulekirin û kontrolkirin. Şîdeta zayendî; destavêtin, destdirêjiya bi zorê, kontrolkirin, biçûkxistin û cezakirin. Şîdeta aborî; desteserkirina hatineya jinê, pêşîgirtina li kar û xwendina wê û girêdana bi hinekî din ve.
HEM DIBIN HEDEF HEM JÎ SÛCDAR TÊN NÎŞANDAN
Gelek jin, tevî ku şîdet li wan tê kirin ne hevser an jî hezkiriyên xwe diterikînin, ne jî dikarin biterikînin. Li gel şîdetê, jin li vir dimîne. Sedemên cuda yên vê yekê hene: Mêr xwe di dema şîdetê de dide efûkirin, sozan dide, ya jî ji aliyê aborî ve jin xwe bi hevserê xwe ve girêdayî dibîne. Ya jî ji ber faktorên hawirdorê û civakî.
Her wiha şîdeta fîzîkî ya jî psîkolojîk di çarçoveya hin norman de tê rewakirin. "Normalkirin ne tenê şîdetê rewa dike, di heman demê de qurbanê şîdetê dike sûcdarê şîdetê. Yên ku li dijî şîdetê serlêdanê dikin, tê gotin ku sînorê kesê li hemberî xwe derbas kiriye û ew sewqî şîdetê kiriye."
Di nûçeyên de barê şîdet û kuştina jinê de gelek caran heman sedem tên gotin: "Ji ber ku şort li xwe kiriye min lê da. Ji ber ku tehrîk bûm. Nîvê şevê li derve bû. Ez ketim nava fikaran ku min dixapîne. Ji ber ku bi dengekî bilind keniya. Li hevalê min nihêrî. Xwarin çênekir." Ev gotin weke nêzîkatiyên ku divê jin nekin ji aliyê piraniya civakê ve tên qebûlkirin.
DEWLET PÊŞÎ LI ŞÎDETÊ NAGIRE, HEWL DIDE PÊŞÎ LI CIHÊBÛNÊ BIGIRE
Di vê navberê de polîtîkayên dewlet û hikumetê para xwe di zêdebûna kuştin û şîdeta li jinê hene. Bi taybetî biryarên ku dadgerî li ser kuştina jinê dide, bandorê dikin ku şîdeta li jinê zêde bibe. Mînak; di çarçoveya Qanûna Parastina Jinê de heta niha tenê ji bo 10 jinan alîkariya madî hatiye dayin. Hejmara stargehên jinan ên li Tirkiyeyê 3443 e. Li şûna pêşîgirtina li şîdeta li jinê, hewldanên astengkirina cihêbûnê, girtina saziyên jinan çend ji kiryarên hikumeta AKP'ê ne ku şîdetê zêde dike. Gelek jin ji ber van polîtîkayan li pêşberî şîdetê bêdeng dimînin. Jin ji ber sedemên aborî ya jî ewlekariya jiyanê, mal û hevserên xwe naterikînin.
Li dijî şîdetê divê çi were kirin? Qanûna Parastina Jinan a bi hejmara 6284 û "Peymana Stenbolê" li gel xemsariya dewletê jî çend ji destketiyên mezin ên jinên li Tirkiyeyê ne. Bêguman ev têrê nakin, lê belê di dema dozên şîdetê de jin dikarin serî li van mekanîzmayan bidin. Bêguman ên ku van mekanîzmayan bixebitînin jin in.
Tevî gelek qanûn, biryara parastinê û pêkanînan, ya ku van mekanîzmayan bike ku bixebite, têkoşîna jinan e.