Rojnamevan: Em ê 25'ê Mijdarê li qadan bin

Rojnamevanên jin gotin, ji bo jiyaneke wekhev, azad û demokratîk wê roja 25'ê Mijdarê li qadan bin û diyar kirin, kengî û li ku dibe bila bibe wê dengê jinan ragihînin.

Patrîa, Mînerva û Marîa Mîrabel, 25'ê Mijdara 1960'î dema li Komara Domînîkê li dijî dîktatoriyê têdikoşiyan, cenazeyên wan li ber zinarekî hatibûn dîtin. Eşkere bûbû ku destavêtin li wan hatiye kirin û bi rengekî hovane hatine kuştin. Her sê xwişkên Mîrabel bûn sembola têkoşîna li dijî dîktatoriyê.

Vê bûyerê li gelemperiya cîhanê deng veda. Neteweyên Yekbûyî li ser vê yekê, 17'ê Kanûna sala 1999'an biryar da ku 25'ê Mijdarê bibe "Roja Têkoşîna Navneteweyî ya ji bo Rakirina Tundiya li Jinê".

Li Tirkiyeyê jî ku her roj bûyereke nû ya tundiyê rû dide, jin her sal 25'ê Mijdarê bi coşeke mezin pêşwazî dikin. Li ser vê roja ku sembola têkoşîna jinê ye, em bi rojnamevanan re axivîn. Rojnamevanên jin ên ji ANF'ê re axivîn gotin, wê 25'ê Mijdarê li qadan bin.

AKP POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ JINAN DIAFIRÎNE

Nûçegihana rojnameya Evrenselê Eylem Nazlier diyar kir, sîstema hiqûqê ya Tirkiyeyê ku nikare jinan biparêze, her tim jinan ceza dike û cesaretê dide mêran. Nazlier ragihand, AKP polîtîkayên li dijî jinan diafirîne ku dibe sedem her roj hîn bêhtir jin bên kuştin û got, "Destavêtin, destdirêjî, şer û şîdetê li jinan ferz dike. Her roj herî kêm 3 jin tên kuştin.

Medyaya navendî ku zimanê mêr lê serdest e, nûçeyên li ser kuştina jinan bi van sernavan diweşîne; 'Hevserê ku dîn bû, hevsera xwe ya dixwest jê cihê bibe kuşt', 'Mêrê ku pirsgirêkên xwe yên spîkolojîk hene, hezkiriya xwe kuşt'. Bi van sernavan hewl dide şîdeta mêr rewa bike. Em, rojnamevanên jin çavên xwe li rewakirina şîdeta mêr nagirin."

Nazlier anî ziman, di dema kar de hem ji ber jinbûn, hem jî ji ber mûxalîfbûna xwe ew dibin hedef û wiha dewam kir: "Em tên destgîrkirin, tên girtin, gef li me tê xwarin. Ji ber van tiştên bi serê me ve tên, 25'ê Mijdarê ji bo me hîn girîng e. Di vê demê de ku derketina qadan cihê metirsiyê ye, em bang li jinan dikin ku 25'ê Mijdarê dakevin qadan ku di têkoşîna dijî şîdetê de dengê me bilind bibe. Ji bo jiyaneke wekhev, azad, demokratîk û xwişk-biratiyê em ê bi hev re li qadan bin."

'EM HETA NIHA NESEKINÎN, EM Ê JI NIHA Û PÊ VE JÎ NESEKININ'

Nûçegihana Jin Newsê Rojda Aydin jî diyar kir, jin di nava medyayê de timî lawaz tên nîşandan û got, "Rojnamevanî yek ji wan pîşeyî ne ku jin şîdeteke giran lê dibînin. Ji ber ku em nûçeyan çêdikin, timî dibin hedefa zext, sixêf û şîdetê. Sermeselê, dema ku destavêtin an jî destdirêjî li jinekê dibe, gava ku rojnamevanên jin vê bûyerê eşkere dikin, hingî dibin hedefa zext û tundiya mêrên kiryarê bûyerê.

Lê em ti carî nesekinînin û ji niha û pê ve jî em ê nesekinin. Rojnamevanên jin wê her şêweyên tundiya li jinê di çapemeniyê de eşkere bikin. Me sond xwarine; li ku û kengî dibe bila bibe, em ê dengê jinê ragihînin."

'EM Ê JI BO ROJNAMEVANÊN JIN ÊN GIRTÎ DAKEVIN QADAN'

Rojnamevan Eda Narîn jî ku li pêşberî tundiyê bêdeng nema û ji Dokuz8 Haberê îstifa kir, bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê re bi bîr xist ku mêran di meha Cotmehê de 20 jin kuştine. Narîn got, "Divê neyê jibîrkirin ku her meh bi dehan jin tên kuştin" û wiha dewam kir:

"Divê em li ber wan kesên ku tundiya li jinê rewa dikin, rabin. Girîng e di navenda nûçegihaniya me de jin hebe û em nûçeyên xwe bi rengekî ku careke din rê li ber tundiyê û pornografîkê veneke binivîsînin. Wekî din, em zanin ku tundî ne tenê fîzîkî ye. Li her qadê li dijî şîdeta psîkolojîk û aborî, divê em 25'ê Mijdarê li qadan bin. Ji bo em bibin dengê hevalên xwe yên rojnamevan ên girtî, ji bo em bêjin, 'Em ê yeka din kêm nebin', 25'ê Mijdarê ez ê li Taksîmê bim."

'BARÊ LI SER MILÊ JINAN GIRANTIR DIBE'

Elîf Ekîn Saltik a ji Ekmek Gulê anî ziman ku jinên li Tirkiye û Kurdistanê di nava şert û mercên giran de dest bi 25'ê Mijdarê dikin û diyar kir, xizaniya bi krîzê re giran bû, tundiya li jinê zêdetir kir. Saltik got, xizanî, birçîbûn, koçberî û bazirganiya mirovan li jinan tên ferzkirin.

Saltik ragihand ku barekî giran li ser milê jinan e û got: "Barê malê û xwedîkirinê yê li milê jinan e, giran dibe."