Wekîlên jin ên HDP'yî silav dan Leyla Guven

Wekîlên jin ên HDP'yî ji bo Leyla Guven ku li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê, li gel astengiya polîsan jî çalakî kirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, tevî Koma Jinê li ber Girtîgeha Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê ku Leyla Guven lê girtî ye û ji 7'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ye.

Polîsên Tirk dor li wekîlan girtin û gef li wan xwarin ji bo çalakiya xwe biqedînin. Polîsan jinên ji bilî wekîlan ji herêmê derxistin û destûr nedan ku kesekî din xwe bigihînin wekîlên jinan. Ji ber vê yekê wekîlên jin daxuyanî dan. Balkêş bû, dema daxuyanî dihate dayin balafirên şer ji herêmê rabûn.

Taşdemîr di destpêka daxuyaniyê de astengî û bêhiqûqiya li çalakiya wan hate kirin şermezar kir û got, "Ev helwesta we wê bi berxwedana me bê şikandin. Bi navê Koma Wekîlên Jin a HDP'ê, ji bo xwedî li wekîla xwe ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven derkevin û silavê bidin wê li vir in."

Taşdemîr bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Dewleta li hemberî me, dewleteke ku hiqûqê nas nake. Dewlet hiqÛqa xwe înkar dike û 3 sal in tecrîdê didomîne. Em zanin ku tecrîd li dijî demokrasiyê û azadiyê ye. Em dibêjin, em tecrîdê qebûl nakin.

Taşdemîr diyar kir, tecrîdkirina Ocalan girankirina polîtîkayên şer e, şerxwazî ye.