'Jina perwerdekirî civaka perwerdekirî ye'

Gerîlayên jin diyar kirin ku êrîşkar ji jinên perwerdekirî ditirsin û dixwazin di kesayetiya wan de civakê bê vîn û bê bawerî bihêlin.

Gerîlayên jin Rûken Sêrt û Nefel Kato bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ji ANF'ê re axivîn.

Rûken Sêrt diyar kir ku têkoşîna wan ji bo azadiya hemû jinên cîhanê ye û got, "Armanca me ji vê têkoşînê ew e ku em hemû jinan bikin hêza vîn û baweriyê. Bêguman ev têkoşîn ji ber xwe ve nehatiye vê astê. Di kesayetiya jinên Kurd de  em dibînin ku jin gihiştiye kîjan astê. Êdî jin ne tenê xwe, lê civakan jî bi rê ve dibin. Mirov li Şengal, Rojava û li gelek deverên din dibînin ku jin li dijî dagirker û xwînxwarên weke DAÎŞ'ê şerekî fedayane dikin. Her kes baş dizane ku çeteyên DAÎŞ'ê bi taybetî jinan dikin hedef. Lewma divê heta jinek hebe, li dijî van hovan têbikoşe. Çawa ku bi sedan mînakên weke kuştin, firotin, revandin û destavêtina li jinan hene, bi hezaran mînakên tolhildan û xwe bi rê ve birinê jî hene."

'PÊWÎSTE HER JIN ÎRADEYA XWE TEMSÎL BIKE'

Sêrt di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilatdar di kesayeta jinê de dixwazin civakê bê vîn û bê bawerî bihêlin û wiha domand: "Pêwîste jin xwe ji her alî ve xwe perwerde bike û vîna xwe teslîmî kesî neke. Ew jî çi bav, bira, hevjîn, çi jî sîstem dibe ferq nake. Ji ber vê yekê pêwîste jin a xwe be. Jin çi li malê, çi li kar dibe ya girîng bi reng, vîn û cewherê xwe xwe û derdora xwe perwerde bike, xwe bi rê ve bibe û îradeya xwe temsîl bike. Mirov rojane di TV’yan de dibîne destavêtin li zarokên keç ên 5-10 salî tê kirin. Bêguman ev jî lîstokek ji yên dijminê jinê ye. Bi zanebûn dixwazin di kesayetiya wan zarokên jin de civakê bê vîn û bê bawerî bikin."

'HEMBÊZKIRINA JINÊ HEMBÊZKIRINA JIYANÊ YE, HEMBÊZKIRINA JIYANÊ HEMBÊZKIRINA AZADIYÊ YE'

Sêrt qala lîstokên Erdogan û hevkarên kir û got, "Mirov di kesayeta Erdogan û meleyên wî de dibîne ku çiqasî ji jinên rêxistinkirî ditirsin. Çi ji destê wan tê bi navê olê li dijî jinan dikin. Di kesayeta meleyên Erdogan de mirov rastiya wan û sîstema wan a gemarî dibîne ku çawa civaka Tirkiyeyê ji nêza dimre, lê meleyên Erdogan deh qatên wê meaşê xwe digirin. Erdogan û hevkarên xwe pir bi zanebûn êrîşî jinan dikin. Ji ber ku êrîşa li jinê êrîşa li civakê ye. Bila tu jin xwe bi tenê nebîne. Rêxistina me li pişta her jinekê ye ku dibe hedefa êrîşên bê îrade û bawerî. Em ê bi hev re tola hemû jinan ji êrîşkaran hilînin. Lewma em dibêjin hembêzkirina jinê hembêzkirina jiyanê ye, hembêzkirina jiyanê hembêzkirina azadiyê ye."

'PERWERDE RÊYA AZADÎ Û RONAHIYÊ YE'

Nefel Kato jî bi gotina 'pêwîste em jin têkoşîna li dijî şîdeta li jinê tenê bi rojekê ve sînordar nehêlin' dest bi axaftina xwe kir û wiha dewam kir, "Roja 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî şîdeta li jinê ye. Lê pêwîste em jin vê têkoşînê tenê bi rojekê sînordar nehêlin. Têkoşîna li dijî şîdeta li jinê jinê mirov tenê bi rojekê sînordar bihêle wê pir şaş û ne di cihê xwe de be. Ji ber ku em dibînin rojane jin li her devera cîhanê dibin hedefa êrîşan. Ji ber vê yekê pêwîste her jin xwe perwerde bike. Ev yek çi ji aliyê fikrî dibe, çi jî ji aliyê leşkerî ve. Divê xwe di warê azadî û ronahiyê de perwerde bike."

'JIN JI MAFÊ XWE YÊ PERWERDEYÊ BÊPAR HATIYE HIŞTIN'

Kato di dewama axaftina xwe de got, êşa me jinan yek e û wiha domand: "Bêguman em nabêjin ku êrîş tenê li jinên Kurd tê kirin. Li her devera cîhanê êrîş li jinên Ereb, Suryan û jinên li derveyî welat tê kirin. Êşa me jinan yek e, ji ber vê yekê hevgirtina me jinan pir pêwîst û girîng e. Em dibînin ku di her civakê de jinê ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar hatiye hiştin. Ji ber ku sîstem û desthilatdar jinên zana û perwerdekirî naxwazin. Em dibînin bi fikir û ramanê Tevgera Azadiyê û Rêber Apo êdî jinê xwe nas kiriye û bûye ya xwe. Çawa ku jinên PKK'yî bi sekn, vîn û baweriya xwe ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak û çavkaniya jiyanek nû, îro jî ew bax li tevahî cîhanê belav bûye û jin xwe bi wî fikir û ramanî perwerde dikin."

'MEŞA LI ÇIYÊ DIHÊLE KU MIROV XWE NAS BIKE'

Kato bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Bangawaziya min li her jinên ciwan e ku berê xwe bidin fikir û ramanê perwerdekirî. Ji ber ku jin bingeha jiyanê ye. Mirov dikare li van çiyayên azad firê xwe li her derî belav bike. Meşa li çiyê dihêle ku mirov xwe nas bike. Ev jî  dihêle ku tu karibe jin û civakên din jî perwerde bike. Di dawî de ez careke din dibêjin, bila her jinek xwe bi fikir û ramanê rêbetî perwerde bike. Ji ber ku jinek perwerdekirî civakek perwerdekirî ye, civakek perwerdekirî cîhanek perwerdekirî ye."