Jinên Îranî bêyî destûra mêr nikarin biçin ger û geştê

Li Îranê, jineke zewicî dema bixwaze biçe, ger û geştê neçar dimîne ji hevserê xwe destûrê bigire. Jinên ne zewicî û yên kêmî 20 salî jî neçar in destûrê ji bavê xwe bigirin

Li Îranê, dijminatiya li jinê bi qanûnan bi cih bûye. Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, talîmateke nû ya ku dijminatiyê li jinan dike, hate dayin. Talîmat li dijî jinên ku diçin ger û geştê hatiye dayin.

Talîmat ji aliyê komîteya Ger û Geştê ya Eyaleta Razavî Xoresanê ve hate amadekirin. Li gorî ajansa nûçeyan a fermî INtîhabê, dîrektîf ji kulûbên ger û geştê re hate şandin.

Di dîrektîfê de, meş, ger û geşta jin û mêr a bi hev re 'ne meşrû' tê binavkirin û hate îdîakirin, ev yek dibe sedem ku di navbera jin û mêr de têkiliyeke 'ne qanûnî' û 'li derveyî exlaqê' rû bide.

Di heman dîrektîfê de tê gotin, bi vî rengî êrîş li çand û koka otantîk a Îranê tê kirin ku bingeha Îslam û malbatê ye.

Komîteya Ger û Geştê ya Eyaleta Razavî Xoresan fermanê dide ku jinên zewicî bi destûra hevserê xwe, jinên ne zewicî û yên kêmî 20 salî jî bi destûra bavê xwe biçin ger û geştê.

DIJMINATIYA LI JINÊ DI QANÛNÊN ÎRANÊ DE CIH DIGIRE

Dijminatiya li jinê di qanûnên Îranê de cih digire. Di van qanûnan de jin welê tên pênasekirin ku divê dîlgirtî ya jî koleya zayendî ya mêr bin.

Eger mirov bi zelalî bêjin; zarokeke keç a 9 salî dikare bi fermana bavê xwe bê zewicandin. Ev zarok neçar e li cihê ku hevserê wê bixwaze bijî, nabe ku bê destûr ji malê derkeve, biçe kar an jî ger û geştê.

Di xala 1105. a Hiqûqa Medenî de tê gotin ku malbat ji aliyê 'zilamê malê' ve tê birêvebirin û jin bêyî destûra 'hevserê xwe' nabe ku ji malê derkeve.