DAKP'ê bernameya 25'ê Mijdarê ragihand

DAKP'ê bernameya çalakiyan a ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ragihand. DAKP'ê diyar kir ku ew ê li dijî her cure newekheviya zayendî, nîjatperestiyê û normên zayendiya civakî têbikoşin.

Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP) starta çalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê ya Rojava Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê da. Endamên platformê li ber Ofîs AZC Plazayê ya Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bernameya xwe bi raya giştî re par ve kirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate gotin, ''Bi hêza ku em ji hevgirtina jinan a navneteweyî û ji xwe digirin, em li vir bi dengekî bilind dibêjin; li dijî newekheviya zayendî ya civakî, li dijî milîtarîzmê, heteroseksîzmê, nîjatperestiyê, li dijî zilamserweriyê em ê deng li dengê xwe, qîrînê li qîrîna xwe, serhildêriyê li serhildêriya xwe zêde bikin, bi hev re, bi giyanê xwîşkîtiyê û giyanê berxwedanê li dijî pergala zilamserwer rawestin."

BERNAMEYA DAKP'Ê YA 25'Ê MIJDARÊ

Bernameya Platforma Jinan a Dîcle Amedê ya ji bo 25'ê Mijdarê wiha ye:

*19'ê Mijdarê Duşemê, saet 13.00'an bi hevdemî li 4 navçeyên navendê yên Amedê têkilî qanûna ji bo rawestandina tundiya li jinê ya bi hejmara 6284'an û mafê nefeqayê baro wê agahiyê bide jinan.

*20'ê Mijdarê Sêşemê saet 18.00'an li hêwana sînameyê ya N-Cîty'ê wê fîlmê bi navê ''Kurtuluş Son Durak'' (Rizgarî Rawestgeha Dawî) were nîşandan.

*21'ê Mijdarê Çarşemê saet 18.00'an li Şanoya Bajêr a Amedê wê lîstika bi navê 'Kozik' were nîşandan.

*22'ê Mijdarê saet 11.00'an ji Şûbeya PTT'ê ya Ofîsê ya Navçeya Yenîşehîrê wê kart ji bo jinên girtî werin şandin.

*23'ê Mijdarê Înê di navbera saet 14.00-18.00'an de li Kuçeya Hunerê wê pêşangeha wêneyan hebe.

*24'ê Mijdarê Şemiyê saet 12.00'an li Şûbeya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) wê serdana Dayikên Aştiyê were kirin.

*25'ê mehê saet 18.00'an bi kincên gelêrî û erebenayê, di dest de bi xetîre ji Balikçiklar Başiyê heta bi Kuçeya Hunerê wê meşek were kirin.

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşma "Jin, jiyan azadî" bi dawî bû.