Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava dibe

Meclîsa Jinê ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo Desteya Jinan ava bike, li Eyn Îsayê li hev civiya.

Meclîsa Jinê ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo avakirina Desteya Jinan li navenda giştî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a li Eyn Îsayê li hev civiya.

Nûnerên jinan ên ji rêveberiyên Cizîr, Reqa, Kobanê, Efrîn, Minbic, Dêra Zor û Girê Spî tevlî civînê bûn. Civînê saet 11'an dest pê kir.

Di civîna Meclîsa Jinê ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê plankirin ku ji bo avakirina desteya jinan û amadekirina rêziknameya wê komîteyek ji 7 kesî bê avakirin.