'Divê jin dengê xwe bikin yek û dakevin qadan'

Endamên Piştevaniya Mor a Edeneyê gotin, divê jin ji bo maf û jiyana xwe di 25'ê Mijdarê de bibin yek û dakevin qadan.

Endamên Piştevaniya Mor a Edeneyê ragihandin, roja 25'ê Mijdarê jinên ji her rengî wê li qadan bin. Endezyara Zîreetê Ayşe Dîlekçî ku ji destpêka damezrandina Piştevaniya Mor de dixebite, bal kişand ser şîdeta ku li her qada jiyanê li jinan tê kirin.

Dîlekçî diyar kir, şîdet ne tenê ji aliyê fîzîkî ve ye û got, "Gelek cûreyên şîdetê hene. Şîdeta psîkolojîk, fîzîkî, dîjîtal hwd. Ji zarokatiya me ve, destwerdana li kincê me, li nasnameya me, li bedena me, cûreyê şîdeta psîkolojîk in. Gotina, 'Tu keç e, nabe ku tu bike' mînakek ji şîdeta psîkolojîk a salan e. Jinedîtî hatina keda li nava malê, şîdet e."

Dîlekçî got, li dijî her cûreyên şîdetê wê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin û diyar kir, Piştevaniya Mor wê her roja 25'ê Mijdarê li qadan be.

'ROJEK TÊRÊ NAKE'

Endameke din a Piştevaniya Mor Pelîn Songul Çîçek jî bi bîr xist ku jin her sal li dijî şîdeta li jinê mehekê çalakiyan dikin û got, "Şîdeta li jinê bi rêk û pêk tê kirin. Lewma divê tenê rojekê neyê bîra mirovan. Pêwîste bi berfirehî were nirxandin."

Çîçek li ser çalakiyên xwe yên li Edeneyê agahî da û got, "22'ê vê mehê em ê qertan ji girtiyên jin re bişînin. 25'ê Mijdarê jî em ê li qadan bin. Em ê nehêlin ku şîdet di nava jiyana me de asayî bê dîtin. Em ê nebêje 'carekê tişt nabe'. Bang li jinan dikim ku dengê xwe bikin yek û dakevin qadan."