Têkoşîna jinê ne rojekê ye, her roj e

Jin xwe amade dikin ku 25'ê Mijdarê dakevin qadan. Ew her rojê têdikoşin, ne tenê rojekê. Jin hewl didin têkoşîneke hevpar biafirînin.

Li Tirkiyeyê tundiya li jinê tê kirin roj bi roj zêde dibe. Lê têkoşîna jinan jî li her qadê dewam dike.

Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum diyar kir, mîna her salê wê îsal jî roja 25'ê Mijdarê dakevin qadan û li her qada jiyanê têkoşîna xwe bidomînin.

Gulum bi bîr xist ku bi Rewşa Awarte re tundiya li jinê zêde bûye û jiyan li jinan tengav bûye. Gulum diyar kir, polîtîkayên desthilatdariyê jiyana li nava çar dîwaran li jinê ferz dikin û got, "Di heman demê de pêleke mezin a êrîşê li dijî hemû destketiyên jinan heye. Xeta heyî ya polîtîk di asteke metirsîdar de dijminatiyê li jinê dike."

Zuleyha Gulum anî ziman, ji bo îradeya jinê mohra xwe li siyasetê bixe, 25'ê Mijdarê rojeke girîng a têkoşînê ye û got, "Piştî ku qeyûm li şaredariyên HDP'ê hatin tayînkirin, hevşaredarên me yên jin hatin girtin, ya jî ji wezîfeyê hatin girtin. Tevî vê yekê saziyên şaredariyan ên destekê didin jinan hatin girtin."

Gulum girtina hevşaredar û siyasetmedarên jin bi bîr xist û ragihand, bi vê pêla êrîşê re hewl tê dayin ku jin li derveyî qada siyasetê werin hiştin.

Gulum da xuyakirin, li dijî van êrîşan ew hewl didin xeta xwe ya têkoşînê tevî hemû jinan xurt bikin û got, "Em bi hemû tevgerên jinan û femînîst re xeteke hevpar a têkoşînê ava dikin. 25'ê Mijdarê em bi hev re dadikevin qadan."

'EM Ê HER TIM LI QADAN BIN'

Derhêner Melek Ozman jî anî ziman ku jin ne tenê demekê, lê her tim li qadan e û got, bi taybetî jinên li setên fîlman dixebitin dema dawî li dijî destavêtin û destdirêjiyê li hev dicivn û bi rengekî hevpar li dijî bûyerên rû didin têdikoşin. Ozman got, "Li sektora TV û sînemayê, di vê dema dawî de em bi zêdeyî 100 jinan re rûniştin û li ser pirsgirêkên xwe em axivîn. Têkoşîna me ya li dijî tundiya li jinê ne tenê wextekê ye."

Ozman diyar kir, wê ne bi daxwazan, lê bi têkoşînê derkevin qada 25'ê Mijdarê û wiha dewam kir: "Ji ber em jin êdî hîn bûne ku tiştekî ji kesî nexwazin. Yanî em zanin ku dema em tiştekî ji yekî bixwazin wê jiyana me neguhere. Ji ber vê yekê, me rêya têkoşîna hevpar hilbijartine. Li sektora TV-sînemayê ji xwe ev demeke li dijî tundî û destdirêjiyê me xwe bi rêxistin kirine... Em bi vê zanin; em ê êdî hev bi tenê nehêlin."

'EM PIŞTEVANIYÊ XURT DIKIN'

Ji Komîsyona Jinê û LGBTÎ ya Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) Gulfem Karataş jî anî ziman ku rojnamevanên jin dema nûçeyan amade dikin dibin hedefa tundiya kameramanan û di dema parvekirina nûçeyan de jî edîtorên mêr cihêkariyê li wan dikin.

Karataş got, "Ji ber ku em dizewicin û zarokan tînin dinyayê, karsaz jî tundiyê li me dikin ku nahêlin em demeke dirêj bixebitin. Tundî li her derê heye, medya jî di nav de."

Karataş ji bo 25'ê Mijdarê got, "Gotina me ya herî mezin ev e; 'em piştevaniyê xurt dikin'. Em dibêjin; hem li hundir hem jî li derve, piştevanî dikare jinê biparêze. Bang li her kesî dikin ku li hev bicivin."