Jinên Edeneyî: Em çalakiya Leyla Guvenê silav dikin

Jinên Edeneyî, piştgirî dan parlamentera HDP'yê ya Colemêrgê Leyla Guven ku di girtîgehê de tê ragirtin. Jinan got, "Tecrîdkirina birêz Ocalan tecrîdkirina tevahiya gelê Kurd e."

Jinên Edeneyî piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger a Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'yê ya Colemêrgê Leyla Guven ku di girtîgehê de dîl tê girtin.

'DIXWAZIN BERXWEDANA LI ZINDANAN BIÇEWISÎNIN'

Jinan bi awayekî hevpar anîn ziman ku girtîgeh ji bo wan cihekî ji rêzê nîn e û ew kesên di girtîgehê de tên dîlgirtin weke pêşeng û hevrêyên xwe dibînin. Jinan gotn, "Lewre dewlet dixwaze berxwedana li zindanan heyî biçewisîne. Lê belê em ji hevalên xwe bawer in. Ew her tim bûne pêşeng û îro jî wê dîsa bibin pêşeng. Em ê jî heta dawiyê bi wan re mil bi mil têbikoşin."

'LEYLA GUVEN VÎNA JINAN E'

Jinan da zanîn ku Guven nûnertiya vîna jinan dike, lê belê faşîzm rê nade vê yekê. Bi dewamî gotin, "Di girtîgehê de dîl digire. Ev bi serê xwe faşîzmek e. Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdkirina tevahiya gelê Kurd e. Guven jî li hemberî tecrîdê vîna xwe diyar kir. Lewma Leyla Guven dengê me hemû jinan e. Em heta dawiyê li pişt wê ne. Em ê jî li derve piştgirî bidin çalakiya wê."

'OCALAN RÊBERÊ ME YE'

Jinên Edeneyî diyar kirin ku çalakiya Guven vîna hemû jinê Kurd e û gotin, "Heta dawiyê em ê piştevaniya Guvenê bikin. Lewre em dibêjin Ocalan Rêberê me ye, Leyla Guven jî vîna me ye."