Projeya nû ya Utamara: Kafeya Cîhana Jinê

Navenda Kombûna Jinê Utamara ku li Lînzê kar dike, mohra xwe danî binê projeyeke nû ya bi navê "Kafeya Cîhana Jinê, Kombûna Jinê."

Utamara ji sala 2006'an û vir ve li bajarê Lînzê yê Elmanyayê kar dike. Heta niha gelek proje bi cih anî. Niha jî mohra xwe danî binê projeyeke nû ya jinan.

Projeya bi navê "Kafeya Cîhana Jinê û Kombûna Jinê" ji Daîreya Koçberan a Elmanyayê (BAMF) piştgirî dît.

Rayedarên saziyê ragihandin, armanca wan ew e ku jin destekê bidin hev û di mijarên cuda de xwe bi pêş bixin. Di çarçoveya projeya kafeyê de wê bi giranî li ser mijarên tundiya li nava malê, têkiliya dayik-zarokan û sîstema dibistan-civakî bên nirxandin. Kesên pispor wê tevlî projeyê bibin û pêşkêşiyan bikin.

Kafeya Cîhana Jinê roja Çarşemê li bajarê Lînz am Rheîn ê Elmanyayê vebû. Nûnerên şaredarî û gelek saziyan, her wiha jinên koçber ên ji Sûriye, Afganîstan, welatên Afrîka û gelek welatên din tevlî vekirnê bûn.

Ji berpirsyarên projeyê Zubeyde Temel û Vîoleta Jacîqî ji jinan re qala projeyê kirin.

Utamara diyar kir, ev proje wê heta Îlona 2021'ê bidome û got, "Projeya me wê ji bo jinên Elman û koçber ên li Neûwîed û derdora wê mehê carekê li bajarê Lînz am Rheînê, mehê carekê jî li bajarên din pêk were."

Hunermend Sosin û Eleyna jî di vekirina projeyê de derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Kombûna din wê 19'ê Kanûnê saet 09:30'î de be.