JIN
Hemû Nûçe
-
Komîsyona di Rojnamegeriyê de Jin:Girtina Demîr û Aydin şermezar kir
Komîsyona di Rojnamegeriyê de Jin a koma piştevaniya gerdûnî ye girtina rojnamevan Rûken Demîr û Melîke Aydin şermezar kir û dewleta Tirk hişyar kir. -
‘Endamên me Rûken û Melîke bêhiqûqî hatine girtin’
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê diyar kir ku rojnameger Melîke Aydin û Rûken Demîr bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin. -
TJK-E wê bi sernava ‘şideta li jinê’ konfernasekê lidar bixin
TJK-E ragihand ku wê 16’ê Mijdarê li Hannoverê bi sernava ‘Şideta li dijî jinê polîtîk e’ konferansekê lidar bixin. -
Kaya: Em ê bi rêya rêxistinbûnê li dijî tundiyê têbikoşin
Seroka Komeleya Jinan a Roza Adalet Kaya ragihand ku wê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê dakevin qadan û got, "Em ê bi rêxistinbûnê li dijî zimanê tundiyê têbikoşin." -
Di festîvala jinên Belçîkî de jineolojî hate nîqaşkirin
Ji bo amadekariya greva jinan û nîqaşa li ser jin û mêran festîval hate lidarxistin. -
YPJ: Hevrê Nûpelda ji bo parastina nirxên şoreşa jinê têkoşîn kir
Fermandariya Gişî a YPJ’ê nansanemay hevrêya xwe Nûpelda Bagok a 18’ê Cotmehê di Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê de şehîd bûbû eşkere kir. -
TJK-E: Di 25’ê Mijdarê de em ji bo Rojava li qadan in
TJK-E diyar kir ku di 25’ê Mijdarê de wê xwedî li Berxwedana Rojava derkevin û got ku “Em ê xweparastina jinan xurt bikin.” -
Jinên Baskî silav dan berxwedana YPJ'ê
Bi hezaran jinên femînîst ên Baskî li ser pêyan silav li berxwedana YPJ kirin. -
Di meha Cotmehê de 36 jin hatin kuştin
Platforma 'Em ê Kuştina Jinan Rawestînin' ragihand ku di meha Cotmehê de 36 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. -
YPJ: Ronahî û Sara bûn sembola ruhê welatparêzî û dilpakiya hevrêtiyê
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê nasnameya hevrêyên xwe Ronahî û Sara yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne eşekre kir. -
Women Defend Rojava: Piştevanî wê mîna DAÎŞ'ê Erdogan jî têk bibe
Komîteya Kampanya Women Defend Rojava diyar kir ku dewleta Tirk tundiya zayendî weke çekê bi kar tîne. Komîteyê destnîşan kir ku mîna DAÎŞ'ê wê Erdogan jî têk bibin. -
SKB: Ji bo paşeroja jinan em Rojava diparêzin
SKB'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berxwedana rûmetê silav kir û got, "Em li Şoreşa Jinê ya Rojava bibin xwedî." -
Jinan û zarokan li Marsîlyayê dagirkerî protesto kirin
Jin û zarokên li bajarê Marsîlya ê Fransayê daketin kolanan bi çalakiyekê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. -
TJK-E: Di 2’ê Mijdarê de em ê li qadan bin
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) diyar kir ku bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Hevgirtina Bi Kobanê ya Cîhanê re ew ê di 2’ê Mijdarê de li qadan bin. -
KJK'ê li dijî qirkirinê bang kir: Bênavber li ber xwe bidin
Koordînasyona KJK'ê li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk bang li jinan û her kesî kir ku bi rengekî bênavber li ber xwe bidin. -
YPJ: Hevrê Zeyneb û Nêrgîz bûn Pêşengên Berxwedana Rûmetê
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe yên bi navê Zeyneb Felat a 17’ê Cotmehê li Serêkaniyê û Nêrgiz Şewiş a 12’ê Cotmehê li Til Xelef şehîd bûne ragihand. -
‘Em ê rê nedin vesaziya dijminê jin û zarokan!’
Bi pêşengtiya Tevgera Jin Bi Hev re Bi Hêz in li Kadikoyê jin hatin gel hev û vesaziya zagonî ya dijminê jin û zarokan ku AKP dixwaze di bin navê Duyemîn Paketa Darazê bîne, protesto kirin. -
Tevgera Navnetewî ya Jina Kurd Kongreya 2'yan pêk anî
Tevgera Navnetewî ya Jina Kurd a 2'yan kongreya xwe ya li bajarê Krasnadorê ya Federasyona Rûsyayê pêk anî. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê: Li hemberî dagirkeriyê em dakevin qadan
Meclîsa Jinan HDP’ê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinê bernameya xwe ya çalakiyan eşkere kir. Jinan diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûman li qadan bin. -
PAJK: Wê ji dewleta Tirk a faşîst û yên ku bêbextî kirine hesab bê xwestin
PAJK'ê Demhat Agît û Cemîl Amed bi bîr anî û got, ''Divê dewleta Tirk jî zanibe wê hesabê vê komkujiyê were pirsîn, çi qas berdêl were dayn jî dawiyê wê Kurd bi ser bikevin û kes nikaribe ku bigihijin azadiya xwe''. -
Rûken: Xwedî li Rojava derketin, xwedî li Şoreşa jinê derketin e
Zerîn: Ev êrîşeke li ser şoreşa jinê ye. Şoreşa Rojava bi reng û îradeya jinê têşe girt. Di vir de îradeya jina azad hatiye hedef girtin. Di hişmendiyê dagirkeran de her tim jin û zarok hedefê wan yê serekene. -
TJK-E’yê nerazîbûn nîşanî hovîtiya li şervana YPJ’ê hate kirin da
Tevgera Jina Kurd ên Ewropa (TJK-E) nerazîbûn nîşanî pêkanînên der mirovî ya çeteyên dewleta Tirka li şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê ku 21’ê Kanûnê bi birîndar dîl ketibû destê çeteyan da, banga li dijî hovîtiyê raweste kir. -
PAJK'ê Bêrîtan bi bîr anî: Vîna jinê ya ku nayê teslîmgirtin
PAJK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr anî û got, ''Bi vîna jinên Kurd ku teslîm nayên girtin, heta bi guleya xwe dawî şer kiriye, li dijî teslîmiyetê berxwedan tercîh kiriye''. -
YJA Starê di şexsê Bêrîtan de şehîdên Cotmehê bi bîr anî
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyeke niviskî di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de şehîdên meha Ccotmehê bi bîr anî. -
Ne tenê diçû şer, her wiha diçû şoreşê
Bêrîtan Çiya ku li Sêrtê di Cotmeha 2016'an de tevî du hevrêyên xwe şehîd bû, dema li ser rêya Botanê bû wiha digot: "Em ne tenê ji bo şer diçin, ji bo pêkanîna şoreşê diçin."