Bakirhan: Roja vegera ji şaşitiyê ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li kongreya DBP'ê axivî û got, "Pirsgirêka ewlekariyê mejî û feraseta we ye ku Kurdan tine dihesibînin. Roj roja vegera ji vê şaşitiyê ye."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li kongreya DBP'ê axivî û got, "Pirsgirêka ewlekariyê mejî û feraseta we ye ku Kurdan tine dihesibînin. Roj roja vegera ji vê şaşitiyê ye."
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) kongreya xwe ya asayî ya 7'emîn li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya Enqereyê lidar xist.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li kongreyê axivî û bal kişand ser guherîn û veguherînên cidî yên li cîhanê.
Bakirhan anî ziman ku Tirkiye hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya statuya Kurdan bibe asteng û got, "Roj nîne ku êrîş nayê kirin. Roj nîne ku sivîl nayên qetilkirin. Bi vî rengî demokrasî nayê Sûriyeyê. Sûriye 100 sal in ji xwe di nava zexteke cidî de ye. Niha eger wê rejîmeke nû bê avakirin, gelo bêyî Kurdan rejîmeke Sûriyeyê dibe? Bêyî Elewiyan, Xiristiyanan, Êzidiyan, Çerkesan, Sûniyên sekuler gelo Sûriyeyek dikare bê avakirin? Eger wê yekperest be, wê mafê Kurdan bê redkirin, wê Elewî û gel û baweriyên din bêne tinekirin, wê bêne qetilkirin, wê bêne revandin, herêmên wan ji mirovan bêne xalîkirin, hingî em ê çawa ji vê rejîmê re bibêjin rejîmeke nû? Ji Esad wê cudahiya xwe çi be? Ji vê derê bang li desthilatdariya Tirkiyeyê dikim. Bihêlin bila gelên Sûriyeyê biryarê li ser paşeroja Sûriyeyê bidin. Çi karê we li wir heye?
Hêza herî mezin a ji derve diçe Sûriyeyê hûn in. Kurd bi sedan sal in li cografya Sûriyeyê ne. Efrîn bajarê herî dîrokî yê Kurdan e, Kobanê bajarê berxwedanê ye. Qamişlo bajarekî ji biratiya gelan û wekheviyê ye ku gelên li herêmê li gel krîzan jî bi hev re lê jiyan. Gelo pirsgirêka ewlekariyê di vir de li ku ye? Girtîgeh hatine tijîkirin, yên diaxivin dikevin ber dozê. Mirov nikarin rexneyan bikin. Li kolanan pevçûneke mezin heye. Ev yek pirsgirêka ewlekarî, demokrasî û azadiyê ye. Gelo we bihîstin ku li nava krîz û kaosa Rojhilata Navîn li Rojava dest li jiyana jineke Ereb hatiye werdan? Gelo we bihîstine ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest daniye ser malê Erebekî, Çerkesekî, Tirkekî? Kesî dîtiye yan jî bihîstiye ku di nava 11 salan de bixuşkek jî ber bi Tirkiyeyê hatiye avêtin? Niha hewl didin gelên Tirkiyeyê bixapînin. Çi ye? Meseleya ewlekariyê ye!. Meseleya ewlekariyê ya esasî mejiyê we yê înkarkirina Kurdan e. Niha dem dema guhertina vê yekê ye.
Kurd ne dijminê we ne, dostê we ne. Dest ji dijminatiya li Kurdan berdin. Kurd pirsgirêka ewlekariyê nînin. Pirsgirêka ewlekariyê feraset û mejiyê we ye ku Kurdan tine dihesibîne. Roj roja guhertina vê yekê ye, vegera ji vê şaşitiyê ye. Mirov şaşitiyê qebûl dike. Mirov şaştiya xwe qebûl dike. Qebûlkirina şaşitiyê mezinahî ye, lê mixabin hîn jî ev desthilatdarî di vê polîtîkayê de israr dike."