Di meha Cotmehê de 36 jin hatin kuştin

Platforma 'Em ê Kuştina Jinan Rawestînin' ragihand ku di meha Cotmehê de 36 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin.

Platforma 'Em ê Kuştina Jinan Rawestînin' Rapora Tundiya li dijî Jinê ya Meha Cotmeha 2019'an eşkere kir.

Di raporê de hate ragihandin ku di meha Cotmehê de 36 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin.

Di raporê de hate diyarkirin ku 8 jin jî bi rengekî gumanbar mirine û hate gotin, "Sedema kuştina 17 jinan nehate tespîtkirin. Di Cotmehê de 5 jin ji ber bahaneya aborî û 6 jî ji ber ku xwest cihê bibe, daxwaza lihevhatinê qebûl nekir û bersiv neda telefonê, her wiha xwest der barê jiyana xwe de bi xwe biryarê werbigire hatin kuştin."

Di raporê de hate gotin ku nehate tespîtkirin ku 14 jin ji aliyê kê ve hatine kuştin û hate ragihandin, "Ji jinên hatin kuştin 8 ji wan ji aliyê mêrên pê re zewicî bûn, ji wan 6 ji aliyê mêrên bi hev re bûn û 4 jî ji alişyê xizmên xwe yan jî nasên xwe, ji wan 2 jê ji aliyê bav û yek jî ji aliyê mêrê berê pê re bû, jinek jî ji aliyê birayê xwe ve hate kuştin."