Jinên Baskî silav dan berxwedana YPJ'ê

Bi hezaran jinên femînîst ên Baskî li ser pêyan silav li berxwedana YPJ kirin. 

Li bajarê Bîlbao yê Bask 5. konferansa tevgerên femînîst pêk hat.

Konferansê sê rojan dom kir û 3 hezar jin ji hemû herêmên Baskê tevlî bûn.

Hejmarek jinên katalaonya û welatên latîn Emerîka jî beşdar bûn. 

Di roja sêyemîn a konferansê de peyama Berdevka YPJ'ê Nesrîn Ebdullah bi rêya vîdeo konferansê hate pêşkêşkirin.

Nesrîn Ebdullah silav da hemû beşdarên konferansê û spasiya wan kir ku ji destpêka şoreşê ve piştevaniya wan dikin.

Her wiha hêviya xwe anî ziman ku li dijî hovîtiya Erdogan a li dijî Rojava dengê xwe bilind bikin û piştevaniya xwe bidomînin.

Di beşeke din a konferansê de bi wesîleya Roja Rojava ya Cîhanî jinan pankarteke mezin nivîsandin û nîşan dan ku ew di heman çepera berxwedanê de ne.

Beşdarên konferansê dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî tevgerên jinên Kurdistanê" û "Bijî tevgerên femînîst" qîriyan.

Di heman demê de alên YPJ, YPG û Kongreya Star hatin hildan.