SKB: Ji bo paşeroja jinan em Rojava diparêzin

SKB'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berxwedana rûmetê silav kir û got, "Em li Şoreşa Jinê ya Rojava bibin xwedî."

Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) bi wesîleya 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe hewl dide şoreşa jinê bifetisîne, sivîlan qetil dike û hate gotin, "Li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst mêtinger, gelên herêmê û hêzên şoreşger bi rengekî mezin li ber xwe didin. Kuştina şefê DAÎŞ'ê Bagdadî li herêma ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin careke din hevkariya DAÎŞ û Erdogan nîşan da."

Di daxuyaniya SKB'ê de ji bo berxwedana şervanên YPJ, YPG û QSD'ê banga xwedîderketinê hate kirin û hate gotin, "Roj roja parastina Şoreşa Jinê ya Rojava ye. Şoreşa Rojava paşeroja jinên dinyayê ye. Parastina Şoreşa Rojava parastina paşerojê ye."