TJK-E wê bi sernava ‘şideta li jinê’ konfernasekê lidar bixin
TJK-E ragihand ku wê 16’ê Mijdarê li Hannoverê bi sernava ‘Şideta li dijî jinê polîtîk e’ konferansekê lidar bixin.
TJK-E ragihand ku wê 16’ê Mijdarê li Hannoverê bi sernava ‘Şideta li dijî jinê polîtîk e’ konferansekê lidar bixin.
TJK-E di çarçoveya ‘Pêngava Ji Bo Azadî û Guhertinê Tu Jî Rabe Ser Piyan’ têkildarî konfernasa ku wê li Hannoverê lidar bixin daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “
Mêrê ku bi pergala dewletê û baviksalarî girêdayî, rastiya xwe bi tundiya li ser civakê û jinê vedişêre. Polîtîkayên dewletan a şer û tundiyê weke şikandin, xenîmet, dagirkerin, desthildatdarî û zarodarî li jinê û civakê vedigere. Civekeke ku tundiyê kategorize dike, şidetê tenê weke şideta fîzîkî dibine. Tundiya aborî, devkî weke şidet nabîne. Zêdetir tundiyê sistematik û rewa dike.
Pirsgirêka jinên Kurd û koçber ên ku li Ewropayê dijîn her du diçe kurtir dibin. Koçberkirina bi darê zorê û dih heman deme de neçarkirina di nava civakên cuda de jiyankirinê bi sere xwe tundiyeke. Li gel Berxwedana jina Kurd a 40 salî li dijî şideta dewletê, di heman demê de di nava civak û malbatê de li hemberî feraseta mêr ê desthildat tekoşîn hatiye dayîn.”
AGAYIÊN LI SER KONFERANSÊ
Roja konfernasê û agahiyên li ser wiha ne:
Dîrok: 16’ê Mijdarê
Saet: 09:00
Cih: Leibniz Universitat Hannover
Konigsworther Platz 1
30167, Hannover.