Tevgera Navnetewî ya Jina Kurd Kongreya 2'yan pêk anî

Tevgera Navnetewî ya Jina Kurd a 2'yan kongreya xwe ya li bajarê Krasnadorê ya Federasyona Rûsyayê pêk anî.

Ji Kazakîstan, Gurcîstan, Ermenîstan û ji bajarên cuda yên Rûsyayê nêzî 130 delegeyî tevlî hêwana Konferansê ya Kafkasya ya Krasnodarê ya li Federasyona Rûsyayê bûn. Gelek nûnerên saziyên jinan ku li Rûsyayê xebatan dikin, siyasetmedar û rewşenbîr li kongreyê hazir bûn.

Kongre ji bo kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Axaftina destpêkê ya kongreyê Seroka Tevgera Navnetewî ya Jina Kurd Culyeta Aram kir.

Aram di axaftina xwe de diyar kir, ji bo nîşaneya dilsoziya bi şehîdan di salvegera şehîdbûna Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e kongreyê dikin, bal kişande ser dagirkeriya Tirk a li ser Girê Spî û Serêkeniyê ya di salvegera komploya navnetewî 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Ev ne tesadûf e'' û domand, ''Dewleta Tirk bi pejirandina Emerîkayê êrîşa li ser Rojava daye destpêkirin. Li vir armanc ew e ku vê herêma ku bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê rêvebirin û rêxistiniya wê tê kirin, îradeyê bişkînin.''

Aram diyar kir têkoşîna jinan bi têkoşîna mezin a Bêrîtan, Zîlan û Sarayan tê kirin, her ku diçe mezin dibe, niha jî ev berxwedan li Rojava û çar parçeyên Kurdistanê bi Hemrîn, Viyan, Şîrîn û Şevînan didome û nexasim vîna jinan a  ku li ojava derketiye holê ji bo jinên cîhanê bûye hêvî. 

Di kongreyê de rêvebriya nû ya Tevgera Navnetewî ya Jina Kurd hate hilbijartin. Culyeta Aram ji bo seroktiyê hate hilbijartin. Piştre bi tevlêbûna delegeên kongreyê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.