TJK-E’yê nerazîbûn nîşanî hovîtiya li şervana YPJ’ê hate kirin da

Tevgera Jina Kurd ên Ewropa (TJK-E) nerazîbûn nîşanî pêkanînên der mirovî ya çeteyên dewleta Tirka li şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê ku 21’ê Kanûnê bi birîndar dîl ketibû destê çeteyan da, banga li dijî hovîtiyê raweste kir.

TJK-E ya daxuyaniyek nivîskî da got: “21’ê Cotmehê li gundê Mişrefa ya girêdayî Eyn Îsa şervana YPJ’ê ya bi navê Çîçek Botan bi birîndarî dîl kete destê çeteyên dewleta Tirk. Piştre di dîmenên derketin de pêkanînên der mirovî yên li şervanê dihate kirin, fikarên di raya giştî de derketin holê derxist holê bê ka çiqasî fi maf in. Ji ber ku sûcên şer ên wiha yên artêşa Tirk û çeteyên wê bêrê jî derketibûn holê. Em vê rêbazê li Bakur ji Ekîn Wan û li Efrînê jî ji Barîn Kobanê dizain. Yên ku dibêjin wê bi vê kiryarê vîna jinan bişkînin bila baş bizanin ku wê rêbazên wina hikaribin vîna me bişkînin.

Bila herkes baş bizane ku xeta mêtinger a ji êrîşan encam nagirin, bi êrîşên li ser bedena jinê wê nikaribe şoreşa jinê ya bilind dibe rawestîne.

Em tevgara jinên Kurd parêzvanên şoreşa xwe ne, bi gelên cîhanê re eniya berxwedanê ya jinan mezin bikin. Li djiî hovîtiya hemdem li ser bingehê vîn û rûmetê em ê jin bin.”