‘Endamên me Rûken û Melîke bêhiqûqî hatine girtin’

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê diyar kir ku rojnameger Melîke Aydin û Rûken Demîr bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin.

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê têkildarî girtina nûçegihanên JinNews û MA’yê Melîke Aydin û Rûken Demîr daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de hevdîtinên bi rêya telefonê weke hincet hatiye nîşandan û endamên me hatine girtin. Ti aliyekî hiqûqî yê van girtinan tuneye.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin; “Di mijara girtina nûçe û dayîna nûçeyan de, di mijara azadiya raman û derbirînê de qanûnûn nû yên tê amadekirin carek din dide nîşandan ku tenê li ser kaxezê ye, nayê pêkanîn.” Di dawiya daxuyaniyê de demildest daxwaza berdana rojnamegeran hate kirin.