‘Em ê rê nedin vesaziya dijminê jin û zarokan!’

Bi pêşengtiya Tevgera Jin Bi Hev re Bi Hêz in li Kadikoyê jin hatin gel hev û vesaziya zagonî ya dijminê jin û zarokan ku AKP dixwaze di bin navê Duyemîn Paketa Darazê bîne, protesto kirin.

Endamên Tevgera Jin Bi Hev re Bi Hêz in di çarçoveya kampanya “Em ê kuştinên li ser jinan rawestînin” li pêşiya Operaya Sûreya ya Kadikoyê hatin cem hev û vesaziya ku desthilatî dixwaze bi Duyemîn Paketa Darazê bîne, protesto kirin.

Di çalakiya ku parlementerê HDP Oya Ersoy jî tevlî bibû de pankartên ku li ser hatibû nivîsandin “Ji xespkirina nefeqeyê û bexşîna îstîsmarê re na” û dovîzên “Ji zagonên dijminê jin re na” û “Ji jiyanê re budçe, ne ji şer re” hatin hilgirtin.

Di çalakiya ku di bin dorpêça polîsan de pêkhat de jinan bi berdevamî drûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî piştgiriya jinan”, “Kuştina jinan polîtîk e”, “Îstîsmarê rewa neke û nebe şirîkê sûc” û “Pêşî li îstîsmara zarokan bigire, ne li nefeqeyê” hatin berzkirin.

‘AKP BI PAKETA DARAZÊ ÎSTÎSMARA ZAROKAN REWA DIKE’

Li ser navê Jin Bi Hev re Bi Hêz in Aysûn Çeper û Seher Kalkan daxûyaniyek ku bala jinên hawîrdorê jî kêşand xwendin. Çeper û Kalkan bal kêşandin ser mijara ku desthilat, ji aliyê aborî de jinan bê îtîbar dike û mehkûmê zewacên tije ji şîdetê dike, tê bêjî ev ne bes e niha jî zewaca di bin temenê 15 salî ango îstîsmara zarokan rewa dike. Di berdewamiyê de ew pirse: “Keç di temenê zarokatî de tê zewicandin, weke ku ‘tenê ji bo carekê ye’ îstîsmarger tên bexşîn, dema ku ji bo rojekî ji şîdetê dûr bikeve, hevberdanê (telaq) bixwaze jî ji wê re tê gotin ‘bi derfetên xwe debara xwe bike’! vê çend carên din pêwîst bike ku bêjin na?”

Çeper û Kalkan bi bîr xistin ku Emîne Bûlût ji ber ku got “Dixwazim bijîm” hate kuştin û hê 2 meh li ser  mukurhatinê rayedaran ya dibêjin “Kuştinê jinan zêde bûye” derbas nebûye, hevokên mezin ji bîr çûne; di demekî welê de ku dengên şer her cure nerazîbûn tepisandiye, yên ku qaşo ji pêşîlêgiritina şîdeta zilam û parastina jinê berpirsiyarin dîsa çav berdane jiyan û mafên jinê.

EM ANÎNE WÊ ASTÊ KU DERBARÊ ZEWACA DI TEMENÊ 15 SALÎ DE NÎQAŞ BIKIN

Çeper û Kalkan diyar kirin ewê vesaziya dijminê jin û zarok ku di bin navê Duyemîn Paketa Darazê dixwazin bînin, qebûl nekin. Her wiha gotin: “Em wekî jin ku di sala 2016’an bi gotina ‘Hûn nikarin destdirêjiyê rewa bikin’ û sala 2018’an jî ‘em îstîsmarê nabexşînin’ hatin gel hev, me beriya niha jî du caran pêşî lê girt. Di pêvajoyekî ku şîdet evqasî zêde bûye de em di fêhmkirina ango bo cara sêyemîne ku heman tişt tê pêşberê berê me zehmetî dikêşin. Ji xwe zagona heyî sûcên jor 15 salî bi gazinckirin û rizayetê ve girê dide. Kesên di navbera temenê 15-18 salî de zagona 104’an a ZKT, madeya zagonî ya bi navê ‘têkiliya cinsî bi yên ku reşîdin’ derbasdar e û eger gazinc neyê kirin vê doz neyê vekirin. Niha û beriya niha jî zagona ZKT ya 103’an ku hewl dide ji sûcên wisa re bexşînê pêş bixe, di welatê me de li gorî vê madeyê her çiqasî gazinc nebe jî ‘îstîsmara cinsî li ser zarok’ yên di bin 15 saliyê de sûc dihesibîne, lê ji 16 salî pêvetir dikare bi biryarê dadgehê weke mehra fermî bê birîn, ji 15 salî pêvetir jî têkiliya cinsî û heta zewaca ku bi rêya mela mehra vê hatî birîn ne sûc e, niha jî me anîn astekî ku em nîqaşê li ser ‘zewaca’ di temenê bin 15 salî û bi mehrbirîna mela bikin.

LI VÎ WELATÎ TI PÊŞEROJEKE JINAN TINEYE!

Her wiha em hevokên wiha jî dibihîsin ku dibêje: ‘Ger ku ferqa di navber temenê wan de divê herî zêde 10 sal be û divê ti gazinc jî çênebe’. Hûn di ferqa wê de ne ku ev yek tê vê wateyê ku ev zaroka keç dikare ji zilamekî 21 salî û bi mehrbirîna mela re daxwaza zewicînê bike û di 12- 13 saliya xwe de pêgiran bibe û zarok bîne û ev yek vê nebe mijara sûc û fikarê. Bexşîneke wiha ‘mexdûriyet’a jinan ji holê ranake ji ber ku mexdûriyetên nû û heta mezintir re rê vedike! Me di sala 2014’an ku seza hatibû girankirin jî me bi gotina ku ev yek rêçare nîne, berovajî dê bibe sedemê bêsezatiyê re nerazîbûn nîşan dabû. Em mafdar derketin. Em dizanin ew bexşîne jî li şûna ku pirsgirêkê çareser bike vê kûrtir bike. Yekane rêya pêşîlêgirtina mexdûriyetê ev e ku li şûna ku bûyerên îstîsmara yên di bin vê temenî de bi bexşîna girêdayî zewacê re rewa bikin divê dozên bi vê rengî zû û bi bandor werin gihandin û rê neyê dayîn ku ew dozane heta 10 salan dirêj bike! Çavên we ji zewac û pêgiraniyên di temenê zarok re neyê girtin! Berevajî vê tê vê wateya ku temenê zewacê li ber çawan dixin biniya 15 saliyê. ji bo zarokên keç tê wateya ku li wê welatî ti pêşerojeke wê tineye. Ji bo ku yek kesê din kêm nebe, ji bo ku şert û mercên ne wekhev yên ku derfetê didin kuştinê jinan ji holê rabin divê em hemû bi hev re ji vê paketê re bêjin raweste, tiştekî wisa qet neynin hişê xwe. Weke ku me berê jî gotibû: Îstîsmarê rewa neke, nebe şirîkê sûcê!”