Jinan û zarokan li Marsîlyayê dagirkerî protesto kirin

Jin û zarokên li bajarê Marsîlya ê Fransayê daketin kolanan bi çalakiyekê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.

Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan li bajarê Marsîlya yê Fransa bi dirûşma ‘Ji bo Rojava bi zarokan re’ ji Qada Vîeûx Protê heta nûnertiya Parlementoya Ewropa ya Marsîlyayê bi meşekê dagirkeriya Tirk protesto kirin.

Bi sedan jin û zarokên kom bûn, wêneyên zarokên di êrîşên dagirkeriyê de hatine qetilkirin hildan û bi pankartên ‘TC li Rojava fosfor bikar tîne’ û ‘Bêdengiya we me dikuje’ vekirin.

Di meşê de belavok hatin belavkirin û dirûşmên zarokan li kolanan olan dida.

Li pêşiya Nûnertiya PE’yê jî mîtîngek hate kirin. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî axaftin hatin kirin û dagirkeriya Tirk hate protestokirin.