Donald Trump çima çav berdaye Gronlandê?

Gronland ku girava herî mezin a cîhanê ye, bi qeşayên xwe yên dihelin û çavkaniyên xwe yên xwezayî yên dewlemend ne tenê di rojeva guhertina avhewayê de ye, her wiha hesabên stratejîk ên navneteweyî jî li ser têne kirin.

Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump sala 2019'an gotibû, ew dixwaze giravê bikire ku vê pêşniyarê li cîhanê deng vedabû. Niha bi nêzîkbûna dema nû ya Trump re, bal Trump a li ser Gronlandê careke din ketiye rojevê. Baş e ev xaka ku bi qeşayê hatiye girtin çima ewqasî girîng e?

REWŞA XWE YA JEOSTRATEJÎK Û FIKARÊN 'EWLEKARIYÊ'

Gronland herêmeke xweser a ser bi Qraliyeta Danîmarkayê ye, lê di navenda hesabên jeopolîtîk ên DYE'yê de ye. Girava ku li bakurrojhilatê Bakurê Emerîkayê ye, ji ber sîstemên parastinê yên fuzeyê yên li hemberî Rûsyayê û mesleeyên ewlekariyê yên li Cemsera Bakur ên ji ber hebûna Çînê, xwedî girîngiyeke krîtîk tê dîtin.

Hebûna leşkerî ya Washigtonê ya li Gronlandê nû nîne. DYE'yê di dema Şerê Cîhanê yê 2'yemîn de piştî ku Danîmarka ji aliyê Elmanan ve hate dagirkirin, kontrola Gronlandê di pratîkê de xist destê xwe û li giravê Baregeha Hewayî ya Pituffik ava kir. Îro jî ev baregeh ji bo armancên stratejîk ên DYE'yê bi rengekî çalak tê bikaranîn.

Li gorî medya RTS a Swîsreyê, ji Enstîtuya Karên Navneteweyî ya Danîmarkayê Astrid Andersen got, "Gronland ji Kopenhagenê bêhtir nêzî New Yorkê ye. DYE ji ber rewşa xwe ya cografî Gronlandê ji bo berjewendiyên xwe weke parçeyekî xwe yê xwezayî dibîne."

FIRSEND Û RÎSKÊN NÛ YÊN JI BER HELÎNA QEŞAYÊ

Qeşayên ku ji ber germahiya global dihelin ne tenê tê wateya felaketeke hawirdorê; di heman demê de rê li ber rêgehên nû yên veguhestinê û çavkaniyên binê erdê jî vedike. Çavkaniyên madenê yên Gronlandê, bi taybetî jî elementên kêmdîtî yên xakê, bala hêzên navneteweyî dikişînin. Ev element ji aliyê hilberandina elektronîk û teknolojiya enerjiyê ya nûbûyî ve xwedî roleke girîng in.

Yekîtiya Ewropayê girîngiya stratejîk a elementên kêmdîtî yên xakê destnîşan kir û Gronlandê weke çavkaniyeke tedarikê ya bingehîn nirxand. Serweriya Çînê ya li vê qadê jî bala welatên Rojavayî yên li ser Gronlandê hîn zêde dike.

Wezîra Madenê ya Gronlandê Naaja Nathanielsen qebûl kir ku girav ji aliyê aborî ve pêwîstiya xwe bi razemeniyên derve heye. Wekîla hawirdorparêz Marianne Paviasen jî ji bernameyeke li RTS'ê re axivî, bal kişand ser nuqteyeke cuda û got, "Em bi xwezayê ve girêdayî ne û şîrketên madenê weke rêyeke bidestxistina serxwebûnê nabînim. Ev şîrket ne berjewendiyên me, lê qezenca xwe didin pêş."

Donald Trump ji bo xwe weke 'mecbûriyeke' azadî û ewlekariya neteweyî dibîne ku kontrola Gronlandê ji nû ve bikeve destê DYE'yê. Daxuyaniya Trump weke serokê hilbijartî ne tenê li Danîmarkayê her wiha li tevahiya Ewropayê bû sedema fikaran. Trump Jr. çend roj berê serdaneke taybet li Gronlnadê kir û bi vê serdanê de mijar ji nû ve kete rojevê.

Li gel daxuyaniyên DYE'yê yên têkildarî bikaranîna hêzê, Serokwezîrê Danîmarkayê Mette Frederiksen vê mijarê weke meseleyeke cidî ya neteweyî dinirxîne. Frederiksen destnîşan dike ku divê gelê Gronlandê xwedî li xweseriyê û çavkaniyên xwezayî yên giravê derkeve. Li Ewropayê jî, Fransa vê rewşê weke mînakeke 'emperyalîzmeke nû' pênase dike.