Komîsyona di Rojnamegeriyê de Jin:Girtina Demîr û Aydin şermezar kir

Komîsyona di Rojnamegeriyê de Jin a koma piştevaniya gerdûnî ye girtina rojnamevan Rûken Demîr û Melîke Aydin şermezar kir û dewleta Tirk hişyar kir.

Komîsyona di Rojnamegeriyê de Jin (The Coalition For Women In Journalism) a yek ji koma piştevaniya gerdûnî ya bi rojnamevanên jin re ye, têkildarî nûçegihana MA Rûken Demîr û nûçegihana JIN NEWS’ê Melîke Aydin ên li Îzmîrê hatin destgîrkirin û girtin, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em ji nêz ve li azadiya çapemeniyê û nêzîkatiya li jinê ya li Tirkiyeyê dişopînin. Her cûre sînordariyên li hemberî rojanamevaan û bi taybet sînordariyên li ser rojanamevanên jin û helwestên cuda şermezar dikin. Bang li rayedarên Tirk dikin kul i şûna sînoran ji bo rojanamevanan derbixin bila azadiya ramanê pêk bînin.”