NÛ BÛ

Bi hezaran kes binçavkirinan şermezar dikin

Li ber Edliyeya Mersînê daxuyaniyek ji çapemeniyê re tê dayin ku Hevşaredarên Akdenîzê û endamên meclîsa şaredariyê hatin binçavkirin.

Hevşaredarên navçeya Akdenîzê ya Mersînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriyet Aslan û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirhan di 10’ê çileyê de bi serdegirtinên malan hatin binçavkirin û îro sewqî Edliyeya Mersînê hatin kirin. Di dema îfadeyên binçavkiriyan didomin de Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar û bi hezaran kesan li pêşiya Edliyeya Mersînê binçavkirin protesto kirin. Karkerên şaredariyê jî li pêşiya avahiya şaredariyê meş li dar xistin.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî di protestoyê de axivî û wiha got: “Tirkiye bi OHAL’ê tê birêvebirin. Dadgeh, mîna Dadgehên Îstîklalê dixebitin. Bêyî biryara qeyûm xebatkarên şaredariyê nagirin şaredariyê. Em vê bêhiqûqetiyê qebûl nakin. Hêj qeyûm nehatiye tayînkirin. Hevşaredarên me hêj li ser peywira xwe ne. Lê hêzên ewlekariyê nahêlin xebatkar bikevin şaredariyê. Tekan sedema binçavkirina hevalên me, ji bo tayînkirina qeyûm e. Derheqê hevalên me de tu lêpirsîn tune ne. Derheqê peywira wan de tu sûcdarî tune ne. Têkildarî nelirêtiyê tu sûcdarî nînin. Hevşaredarên me şaredarî pir baş birêveb birine û rê nedane tu derhiqûqtiyan. Di îfadeya dozgeriyê de çendek pirsên vala hatine kirin. Kelûmelên qirtasiyeyê weke sûc hatine nîşandan.”

Tîryakî, wiha domand: “Şahidê nepen gotiye ku endamên rêxistinê girtine kar lê tiştekî wisa nebûye. Em bi rêbazekî mîna ya 'Gobels' re rû bi rû ne. Sûcdariyeke şênber tune ye lewma pêvajoyê bi îftîrayan didomînin. Hevşaredarên me ji ber ku li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Dêrsim, Êlih û hwd. derketine lewma tên darizandin. Em ji bo xwedîderketina li demokrasiyê li vir in. Ji ber ku xwedî li mafê bijartin û hilbijartinê derdikevin lewma li vir in. Li ku derê qeyûm hatibe tayînkirin em li wir bûn. Ji bo xwedîderketina li demokrasiyê em li pêşiya hemû şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bûn. Hûn 40 caran jî sindoqan deynin her em ê bi ser kevin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.