Ne tenê diçû şer, her wiha diçû şoreşê

Bêrîtan Çiya ku li Sêrtê di Cotmeha 2016'an de tevî du hevrêyên xwe şehîd bû, dema li ser rêya Botanê bû wiha digot: "Em ne tenê ji bo şer diçin, ji bo pêkanîna şoreşê diçin."

Li herêma Şemsê ya Sêrtê di 17'ê Cotmeha 2016'an de di şerê dijî artêşa Tirk de Amed Çekdar (Seyfettîn Orak), Rûken Mardîn (Şerîfe Ergun) û Bêrîtan Çiya (Yelîz Tagû) heta fîşeka dawî şer kirin û şehîd bûn.

Yek ji sedemên sereke yên tevlîbûna Bêrîtan Çiya li refên têkoşîna azadiyê şehadeta 15 gerîlayên jin bû ku di Adara 2012'an de li Xerzanê şehîd bûn.

Bêrîtan di sala 1994'an de li Êlihê ji dayik bû, heta zanîngehê xwend û piştre ji bo xwendina zanîngehê yekemcar ji malê derket û li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê li beşa Çandiniya Xwezayî dest bi xwendinê kir. Dema ku xwendekar bû bihîst ku 15 gerîlayên jin li Xerzanê hatine qetilkirin. Piştre biryar wergirt û tevlî nava refên gerîla bibe. Li Wanê tevlî nava refên gerîla bû û piştre li herêmên Heftanîn, Zagros, Cîlo û Botanê wezîfe kir.

Di demeke kurt de xwe li nava refên gerîla şareza kir û li Akademiya Tenduristiyê ya Mehmet Hayrî Dûrmûş perwerde wergirt. Li herêmên Zap, Zagros û Cîlo doktorî kir. Her wiha di bikaranîna çekên giran de xwe bi pêş ve bir û li Botanê dest bi wezîfeyê kir.

'PKK DIHATE WATEYA GUHERTINÊ'

Bêrîtan ku pispora çeka giran û doktora gerîla bû, li ser rêya Bakur ji bo wateya PAJK û PKK'ê wiha digot: "PKK ji bo min dihate wateya guhertinê. Guhertin çi ye? Guhertin gotineke ji rêzê xuya bike jî wateyeke xwe ya kûr heye. Ji nû ve hebûne, ji nû ve afirandine, ji nû ve afirînerî ye."

Bêrîtan bal kişand ser pêvajoya giran û got, "Ji bo tevlî vî refî bibim, ji bo tevlî vî agirî bibim min perwerdeya partiyê wergirt û ber bi Botanê ve diçim. Ne tenê ji bo şerkirinê, ji bo pêkanîna şoreşê. Di mijara teknîk û îdeolojîk de xwe têrker dibînim. Ez ê têkoşînek ku hêjayî şoreşê ye bimeşînim."