YPJ: Hevrê Zeyneb û Nêrgîz bûn Pêşengên Berxwedana Rûmetê

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe yên bi navê Zeyneb Felat a 17’ê Cotmehê li Serêkaniyê û Nêrgiz Şewiş a 12’ê Cotmehê li Til Xelef şehîd bûne ragihand.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ya li ser malpera xwe ya fermî parve kir nasnameya du şervanên xwe yên 17-12’ê Cotmehê li Serêkanî û Til Xelef di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne eşkere kir.

Fermandariyê li ser her du şehîdên xwe ev agahî da:

“Di kesayetiya pêşengên berxwedana Serêkaniyê, hevrê Zeynep û Nêrgîz de em şehîdên Berxwedana Rûmetê û tevahî şehîdên şoreşa azadiya gelan bibîr tînin. Em soza xwe ya bi şehîdan re dubare nû dikin. Ji gelê xwe û malbata herdu hevrêyan re sersaxî dixwezin.

‘BI BERXWEDANA JINÊ ŞOREŞA ME VEGUHERÎ ŞOREŞA JINÊ’

Şoreşa azadiya gelan di 9 salên derbas bûyî de gelek pêşeng, qehreman û jinên wêrek bi cesaret afirandin. Hevrê Zeyneb û Nêrgîz ji wan tekoşînvanên xwedî dilekî wêrek û girêdayî doza welatê xwe bûn. Ev hevrêyên me di destpêka şoreşê de bûn xwedî kedên mezin. Di pêşengiya jinên berxwedêr de şoreşa me veguherî rengê şoreşa jinê. Ev heqîqet hem di şerê parastina rewa de û hem jî di rastiya hêvî û jiyana gelê me, ku daxwaza wê dike de derket holê.

‘BÛN MÎNAKA ŞERÊ BERXWEDANA RÛMETÊ’

Hevrê Zeyneb û hevrê Nêrgîz, di tekoşîn û şerê dijî çeteyên DAÎŞ’ê de roleke mezin ya di asta pêşengiya fermandariya jin de girtin ser milê xwe. Ew bê hesab û bi ruhe berpirsyariya dîrokî di şer û jiyanê de fedekariya ku ji wan hate xwestin pê rabûn. Wan di jiyanê de fedekarî, di tekoşînê de biryardarî û bi ezmûnên xweyî yên di şer de bi dest xistibûn ji bo hevrêyên xwe her tim bûn mînakên girêdana bi doza welat re. Wan hevrêtî, fermandar û dildarên xakê, her tim bi hestên netewî, têkoşiyan.

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirina gelan û tinekirina desekeftiyên gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di 9 ê Cotmehê de dest bi tevgera dagirkeriyê kir. Li hemberî ev plana dagirkeriyê di pêşengiya şervan û fermandarên me Zeyneb û Nêrgîz de Berxwedana Rûmetê bi ked, fedekarî û berdêlên mezin hate destpê kirin. Di şerê Serêkaniyê de herdu hevrêyên me bi biryardariyek bilind û bi baweriyek tam ya tekoşînê cihê xwe di şerê parastina nixên mirovahiyê de girtin. Tevî êrişên giran yê dewleta Tirk û hovîtiya çeteyên El Nûsra herdu hevrêyên me heya dawî li hember wan balafir, tank û topan li ber xwe dan û bûn mînakên şerê Berxwedana rûmetê.

Me careke din di sekin û kesayeta hevrê Zeyneb, Nêrgîz û şehîdên Berxwedana Rûmetê de dît ku doza em di oxira wê de canê xwe feda dikin dozeke mafdar e.

‘ŞEHÎDBÛNA WAN FERMANA BIRYARDARIYA ME YA TÊKOŞÎNÊ YE’

Hevrê Zeyneb û Nêrgîz bi jiyan, hevrêtî, tekoşîn, hêvî û baweriya xwe biryardariya di jiyana azad de îsrar nîşanî me dan. Şehadeta van herdu hevrêyanên me fermana biryardariyek wiha xurt ya tekoşîna azadiyê dide me. Em bi vê berpirsyariyê xwedî li şehîdên xwe derdikevin û em ê her tim xwedî lêderbikevin.

Li ser wê esasê em careke din pêşengên Berxwedana Rumetê hevrê Zeyneb û Nêrgîz bi bîrtînin, soza me daye şehîdên xwe dubare nû dikin. Ji gelê Bakûr û Rojhilatê-Sûriyê û malbata herdu hevrêyan re sersaxî dixwezin.”

Nasnameyên şehîdên YPJ’ê wiha ne:

Nasnav: Zeyneb Felat

Nav û Paşnav: Pinar Yilmaz

Navê Dayîk: Şezîme

Navê Bav: Mehdîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 17.10.2019 /Serêkaniyê

***

Nasnav: Nergiz Şewiş

Nav û Paşnav: Sosin Yoksûl

Navê Dayîk: Xanim

Navê Bav: Xalid

Cih û Dîroka Şehadetê:12.10.2019 /TIL XELEF