Li Erebistana Siûdî nîqaşên 'Sûriyeyê' destpê dikin

Erebistana Siûdî piştî şerê navxweyî yê 13 salan ê li Sûriyeyê, ji bo nîqaşkirina serdemeke nû roja Yekşemê lîderên dîplomasiyê yên ji Ewropa û Rojhilata Navîn li Riyadê kom dike.

Nîqaş wê li ser nîqaşên ji bo rakirina pêkanînên navneteweyî yên li ser Sûriyeyê bêne kirin.

Rayedarekî Siûdî anî ziman ku hevdîtin wê bi du rûniştinên cuda bêne kirin: Ya destpêkê di navbera welatên Ereb, ya duyemîn jî di navbera dewletên Ereb û Fransa, Îngilistan, Elmanya, Îtalya, Tirkiye, Spanya û Neteweyên Yekbûyî de bê kirin. Rayedar roja Şemiyê ji AFP'ê re axivî û anî ziman ku civîn wê bi giranî li ser piştgiriya navneteweyî ya ji bo hikumeta derbasbûnê ya nû be.

Şefê HTŞ'ê ku serkêşê hikumeta derbasbûnê ye Ahmed El Şara ji bo rakirina pêkanînên li ser Sûriyeyê careke din bang kir, lê civaka navneteweyî bi helwesteke baldar tevdigere. Bi taybetî welatên Rojavayî li bendê ne ku hikumeta derbasbûnê erkên xwe wê çawa bi kar bîne.