Xelkê kantona Firatê bi girseyî komkujiya Parîsê şermezar kir
Ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê, ji kantona Firatê bi hezaran kes li hev kom bûn û bi griseyî meşiyan. Di meşê de cangoriyên komkujiyê hatin bîranîn.
Ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê, ji kantona Firatê bi hezaran kes li hev kom bûn û bi griseyî meşiyan. Di meşê de cangoriyên komkujiyê hatin bîranîn.
Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li paytexta Fransa Parîsê di encama êrişeke MÎT'ê de şehîd bûn, li Kobanê bi meşeke girseyî hatin bîranîn. Bi hezaran kes ji şêniyên kantona Firatê li Qada Jin a Azad a Kobanê li hev kom bûn û heta Qada Aştiyê meşiyan.
Di meşê de wêneyên şehîdên herdu komkujiyên Parîsê û jinên di êrişên dewleta Tirk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bûn, hatin hildan. Çalakgeran her wiha alên YPJ û QSD'ê jî bilind kirin.
Di meşê de dirûşmên "Em ê bi berxwedana QSD û YPJ'ê komkujiyan têk bibin" û "Komkujiya jinan komkujiya mirovahiyê ye" hatin qîrîn.
Piştî ku girseya gel gihîşt Qada Aştiyê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kanton Firatê Sara Xelîl daxuyaniyek da û destnîşan kir ku wê bi hêz û têkoşîna xwe bersivê bidin dagirkerî û komkujiyan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em îro her sê jinên têkoşer car din bi rêzdarî bibîr tînin. Fransa qaşo welatekî demokratîk û aştiyê ye, lê berovajî wê yekê ye. Parîs li dijî pêşengên me bûye bajarê MÎT'ê. Doh Sakîne bû, îro jî Evîn û hevrêyên wê. Dewleta Tirk ne tenê li wir, di heman demê de li vir jî jinan dike hedefa xwe. Lê ev ne komkujiya yekem e, rojane komkujî pêk tên. li konvoya gel a li bendava Tişrînê dan. Di encamê de gelek şehîd hatin dayin. Lê em bi israr in ku em ê bi ser bikevin û bi hêza xwe bersivê bidin kujeran."