Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

YJA Starê di şexsê Bêrîtan de şehîdên Cotmehê bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyeke niviskî di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de şehîdên meha Ccotmehê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Di şexsê hevrê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de em li hemû hemû şehîdên hevrêyên xwe yên jin ên leheng bi hurmet û hezkirin bejna xwe ditewînin, em dîsa sond dixwin ku em dilsoziya bi bîranîna wan weke kerdekî li ser stûyê xwe dibînin û tola wan hilînin.''

Di daxuyaaniyê de hate gotin Ji bo Yekîneyên Jinên Azad ên Starê her kelî, her saet, her roj, meh a Têkoşîna Azadiya Kurdsitanê watedar û girîng e û hate domandin, ''Meha Cotmehê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi Şehîdên Cotmehê watedartir dike. Nexasim hebûna bêdawî ya di şexsê hevrêya me Bêrîtan de, ya Azîma, Ronahî Alman, Çîdem Turk, Kurdê, Sarya, Gurbettelî, Medya, Jînda,  Destan û Karlileran, ji Kurdistanê ber bi gerdûnê ve berbelav dibe.''

Bi berdewamî hate gotin, ''Dema ku em ji 25'ê Cotmeha 2019'an li rabirduyê, li beriya niha bi 28 salan, li 25'ê Cotmeha 1992'an, li nirxên ku di şexsê Rêber Apo de hatine afirandin, li bara paradîgmaya ku afirandî, li dînamîkên modernîteya kapîtalîst û dema ku komploya navnetewî hatî danîn binerin, em dibine şahidên guhartoyên cihê û tê xwestin ku were girankirin. Çawa ku li dijî hêzên hevkar ên xwecih, 25'ê Cotmeha 1992'an hevrêya me Bêrîtan paşverûyên ku berxwedana Têkoşîna Azadiya Kursitanê bi paş ve dibin û nokerên netewî li zinarên Kurdistanê parçe kiribe, niha jî gelên welatparêz û berxwedêr ên Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyê, jin, zarok, ji heft salî bigirin heta bi heftê saliyan, bi berxwedana li dijî polîtîkayên qirkirin û dagirkirinê ya ku tê xwestin li ser wan were kirin, ji bo gelên cîhanê dibine hêvî.''

YJA Starê di daxuyaniyê de bi berdewamî got, ''Berxwedana azadiyê ya ku li Bakurê Kurdistanê li dijî mêtingeriyê hatî desetpêkirin îro li çar parçeyên Kurdistanê berbelav dibe, kana îlhamê ya xeta Bêrîtan, xeta Zîlan dibe pîvana rêvebera pratîk a îdeolojîk. Artêşa me ya Parastina Azad a Starê her dem û mekanî hazir e ku êrîşên dagirker, mêtinger û qirker bişkîne.

Em YJA Star ku şehîhên gelên Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya salvegera şehîdbûnê ya hevrê Bêrîtan bi bîr tînin, soz didin ku êrîşên bêexlaq û dermirovî ya di salvegera Komploya Navnetewî de ku Rêber Apo hate derxistin, bi hemû hêzên xwe hesab bipirsin. Dirûşmeya, ''teslîmbûn dibe îxanetê, pasifîzm dibe têkçûnê û berxwedan dibe serfiraziyê'' ji dirûşmbûnê derketiye bi Bêrîtanan bûye tac.''