Di festîvala jinên Belçîkî de jineolojî hate nîqaşkirin

Ji bo amadekariya greva jinan û nîqaşa li ser jin û mêran festîval hate lidarxistin.

Di destpêka festîvalê de ji bo vê armancê konferansek hate lidarxistin. Herî kêm 250 jin û hin mêr tevlî nîqaşan bûn. Li ser wekheviya jin û mêran nîqaş hate kirin.

Jinên ji Belçîkayê, Kurd,Efrîkî, Latîn, Emerîka û Fîlîpînê ji gelek welatan jin tevlî vê festîvalê bûn. Bi awayekî fermî bangî Tevgera Jinên Kurd-Ewropayê hate kirin û bi girîngî pêşwaziya wan hate kirin.

Di festîvalê de bi qasî 30 mase hatin vekirin. Di van maseyan de cudahiya meaşan, îstîsmarkirina jinan a reklaman de û gelek mijar hatin nîqaşkirin. Her wiha maseyeke taybet ji bo jineolojî û Tevgera Jinên Kurd jî hate veqetandin.

Li ser navê Komîteya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî û endama Tevgera Jinê Ayşe Amaç tevlî festîvalê bûn. Qeredaxî di axaftina xwe de got ku “Li gorî feraseta mêrsalarî wekhevî ne mumkun e û Tevgera Jinên Kurd bi têkoşîna xwe ev wekhevî afirand. Îro jî faşîzm êrîşên gelekî mezin dibe ser şoreşa jinan.”

Jinên ku hatin serdana maseya jineolojiyê heyraniya xwe ya ji bo şoreşa Kurdistanê û ji bo têkoşîna Jinên Kurd diyar kirin.

Endama Partiya Kesk a Parlementoya Belçîkayê Lotte Stooos jî hate serdana maseya jineolojiyê û li ser hevgirtina jinan nîqaş kirin. Lotte diyar kir ku ew piştgiriyê dide jinên Kurd û ew dixwaze ku têkiliya wan bidome.