Meclîsa Jinan a HDP’ê: Li hemberî dagirkeriyê em dakevin qadan

Meclîsa Jinan HDP’ê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinê bernameya xwe ya çalakiyan eşkere kir. Jinan diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûman li qadan bin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Jinê, li gelek bajaran civînên çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku wê dakevin qadan.

ENQERE

Meclîsa Jinê ya HDP’ê ya Enqereyê, civîna çapemeniyê li avahiya navçeya Çankaya ya HDP’ê li darxist. Di civînê de pankarta “Em li dijî tundiya dewletê ya zilam, di îsyanê de ne” hat vekirin.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclîsê ya Enqerê Turkan Demîr ve hat dayîn. Demîr di daxuyaniya da de wiha got: “Tundî, tacîz, tecawîz û komkujiyên li ser jinan bi awayekî pergalî dewam dikin. Cînayetên jinan polîtîk in. Bi têkoşînê em ê pêşiya van polîtîkayên bigirin. Parastina cewherî mafê me ye. Em ê xwe bikin yek û rêxistina xwe ya parastina cewherî dewam bikin. Dîsa bi hinceta ‘pergala hevserokatiyê’ qeyûm tayînê şaredariyan kirin. Vîna jinan desteser kirin. Em ê tu carî vê yekê qebûl nekin. Em ê li dijî siyaseta qeyûman a ku vîna jinê nas nake li qadan bin.”

ÎZMÎR

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Îzmîrê jî, di civîna li dar xist de bernameya xwe ya çalakiyan aşkere kir û wiha got: “Hevserokatî xeta me ya mor e. Ji ber polîtîkayên şer, sûcên li dijî jinan zêdetir bûne. Emê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. Di 9 mehên destpêkê yên salê de nêzî 300 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. Hevkariya zilam û dewletê her ku diçe mezintir dibe. Lê em ê heya dawiyê li dijî vê îsyana xwe geş bikin.”

AMED

Meclîsa Jinan a Amedê jî, bi şîara “Li dijî tundiya zilam û dewletê em di îsyanê de ne” civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek jin beşdarî civînê bûn. Di civîna Amedê de jî, jinan bal kişand ser tundiya li dijî jinê û wiha hat gotin: “Em ê li dijî mafê me yê nefeqe ku tê desteserkirin, li qadan bin. Di têkoşîna jinê de divê tiştên li Rojava hatin jiyîn, neyê jibîrkirin. Yên ku Çîçek Kobanê dîl girtin, bi kincên TSK û navê komara Tirkiyeyê de komkujiyan pêk tînin. Em ê têkoşîna xwe ya li qadan geş bikin û deng bidin şoreşa jinê ya li Rojava.”