TJK-E: Di 25’ê Mijdarê de em ji bo Rojava li qadan in

TJK-E diyar kir ku di 25’ê Mijdarê de wê xwedî li Berxwedana Rojava derkevin û got ku “Em ê xweparastina jinan xurt bikin.”

TJK-E’yê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em jinên Kurd li ser bîranîna xwişkên Mîrabel 25’ê Mijdarê ji rojeke sembolîk derdixînin. Em bi cesaret û biryardariya xwe li Rojava, Bakurê Kurdistanê, Emerîkaya Latîn, Esya û Ewropayê mil didin jinên berxwedêr.

Di sedsala 21’emîn de me jinên Êzidî dît ên ku li bazaran dihatin firotin û ji bo azadkirina wan jinên Êzidî xwe çawa birêxistin dikirin. Em bûn şahidên têkoşîna jinan ên ku li Şengal, Reqa û Kobanê û Dêra Zorê DAÎŞ têk birin. Jin li Rojava li her derê pêşengiya veguherîna civakî û polîtîk dike. Me alternatîfên jinan ên di warê siyaset, ekonomî, xweparastin, perwerdehî, çand û ekolojiyê de dît. Me dît ku jinên gelên cihê li Rojava çawa şoreş ava kirin û ji bo parastina şoreşê çawa şehîd bûn.

‘EM BI SLOGANA WOMEND DEFEND ROJAVA DADIKEVIN QADAN’

Serdestên mêr divê baş bizanibin ku wê pêşveçûna sedsala jinan neyê astengkirin. Em jinên Kurd û jinên cîhanê em ê kampanyaya ‘Womend Defend Rojava’ di 25’ê Mijdarê de derxînin asta herî jor. Em ê bi çalakî û berxwedana xwe ber bi zemanên jinan ve biçin.”