Kaya: Em ê bi rêya rêxistinbûnê li dijî tundiyê têbikoşin

Seroka Komeleya Jinan a Roza Adalet Kaya ragihand ku wê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê dakevin qadan û got, "Em ê bi rêxistinbûnê li dijî zimanê tundiyê têbikoşin."

Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya wiha got; “Jinan, bi pênasa ‘tundiya li dijî jinan polîtîk e’ dest bi têkoşînê kirin û dîsa bi gotina ‘pirsgirêk ji dewletê ye, çareserî jî jin e’ têkoşîna xwe li her qadên jiyanê belav kirin.”

Li Komara Domînîkê, 3 jinên Tevgera Guherîna Civakiyî li hemberî dîktatoriya Trujîllo ku bi awayekî faşîzane êrîşî gel û kedakaran dikir, qebûl nekirin û serî hildan. Hersê jin di 25'ê Mijdara 1960'an de hatin kuştin. Di ser kuştina wan re 59 sal derbas bûn. Marîa Teresa, Mînerva Argentîna û Patrîa Mercedes ku li hemberî dîktatoriyê li ber xwe dan, wekî "Xwişkên Mîrabel" hatin binavkirin.

Hersê xwişkên li herêma Cîbas a Komarê Domînîkê hatin dinyayê, ji wan Patrîa di Hezîrana 1960'î de Tevgera Clandestîne ava kir. Paşê Mînerva û Marîa Teresa jî tevlî vê tevgerê bûn. Dîktatoriya Trûjîllo ev yek wekî "talûkeyê" dît. Hersê jin wê têkoşîna xwe ya li hemberî dîktatoriyê de bi çewisandinên dijwar re rû bi rû man û cezayên giran li wan hatin birîn. Lê belê dîktator Trûjîllo fêm kir ku jin bi çewisandin û cezayên girtîgehê nayên rayê û di 25'ê Mijdara 1960'î de dest bi îşkencekirina jinan kir. Xwişkên Mîrabel, di vegera girtîgehê de ji aliyê hêzên dîkatro Trûjîllo bi zorê ji wesayîtên wan hatin daxistin û bi êrîşeke zayendî re rû bi rû man. Paşê hersê xwişk hatin kuştin û hat ragihandin ku di qezayeke trafîkî de mirine. Lê belê piştî mirina wan bi salekê ev tevgera li dijî Trûjîllo dawî li dîktatoriya wî anî.

25'Ê MIJDARÊ JI BO JINÊN CÎHANÊ SEMBOL E

Ji wê rojê ve 25'ê Mijdarê ji bo jinên cîhanê yên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin bûye rojeke sembol. Jinên Emerîkaya Latîn êşkenceya hat kirin qet ji bîr nekirin û navê "Minminîk" li hersê xwişkan kirin. Jinên Emerîkaya Latîn di 25'ê Mijdara 1981'ê de li Domînîkê hatin cem hev û komcivînek çêkirin. Di civînê de roja kuştina hersên jinan wekî "Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navnetewî ya Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê" hat qebûlkirin. Paşê di sala 1999'an de Neteweyên Yekbûyî (NY) heman rojê wekî "Roja Têkoşîna Navnetewî ya Ji bo Jiholêkrakirina Şideta Li Hemberî Jinê" îlan kir. Têkoşîna Xwişkên Mîrabel ji bo hemû jinên cîhanê bû çirûsk.

Jinên di her serdemê de mafên wan tên binpêkirin, keda wan tê xwarin û bedena wan tê mêtin, di roja îroyîn de jî bi heman pêkanînan re rû bi rû dimînin. Jinên ji aliyê mêr û dewletê ve tên kuştin an jî bi şidetê re rû bi rû dimînin, li Tirkiyeyê jî dibin hedefa heman polîtîkayan.

Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, têkildarî girîngiya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Li Dijî Şideta Jinan a Navnetewî, li Kurdistan û Tirkiyeyê tundiya li hemberî jinê û êrîşên li ser deskeftiyên jinê ji ANF’ê re nirxad.

‘JIN TÊKOŞÎNA XWE BI RÊXISTINEK XURD DID0MÎNIN’

Kaya anî ziman ku tundiya li diji jinan her çend zêde dibe jî têkoşîna li diji pergala dewlet, zilam û darazê piştî salên 1980'an destpê kir û sal bi sal mezin û geş bû. Kaya da zanîn ku têkoşîna jinên Kurd a li dijî tundiya zilam û pergala dewletê, her çend piştî salên 1990'an lawaz bûbe jî têkoşîna azadiya jinê gihişt pêngavek mezin û wiha axivî: “Jinan, bi pênasa ‘tundiya li dijî jinan polîtîk e’ dest bi têkoşînê kirin û dîsa bi gotina ‘pirsgirêk ji dewletê ye, çareserî jî jin e’ têkoşîna xwe li her qadên jiyanê belav kirin. Jinan her wiha dîsa li dijî tundiyê têkoşîna xwe bi rêxistinek xurd didomînin û ev rêxistina Jina Kurd li çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê bi yek girtiyekê didome.”

‘ÊRÎŞÊN LI SER JINÊ POLÎTÎK E’

Kaya destnîşan kir ku li Kurdistan û Tirkiyê di pênç salên dawî de êrîşên dijwar li dijî jinan pêk tên û wiha pêde çû: “Li her derê Tirkiyê li dijî jinan êrîş hene û dewlet êrîşî deskeftiyên jinan dike. Di salên dawî de gelek saziyên jinan hatin girtin û gelek jin hatin girtin. Dîsan deskeftiya jinan modela hevserokatiyê hedef hate nîşandan û di her alî de dewlet jinê hedef nîşan dide. Ev êrîşên li dijî jinê jî tê wateya ku dewlet ji hêz û rêxistinkirina jinê ditirse. Di nava civakê de jî tundiya li ser jinê zêde dibe. Sedema vê yekê jî polîtîkayên dewletê yên li ser jinê ne. Polîtîkayên dewletê rê li ber tundiya li ser jinê vedike û kujerê jinê jî dewlete. Dewlet bi şerê li Kurdistanê daye destpêkirin de gelek jin hatin qetilkirin û li gelek jinan jî cezayê girtîgehê hate birîn. Êrîşa li dijî jinê polîtîk e. Em ê li dijî vê êrîşê rêxistina xwe xurd bikin û qadên dewlet dixwaze em vale bikin, em ê neterikînin û li her dêrê birdoziya jinê pêş bixin.”

‘DEWLET JI RÊXISTINKIRINA JINÊ DITIRSE’

Kaya bilêv kir ku dewlet ji rêxistinkirina jinê ditirse û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: “Jinên Kurd li Rojhilata Navîn modelek nû ava dike û ji bo vê yekê jî jina Kurd di hedefa dewletê de ye. Dewlet li her derê êrîşên li ser jinê berfireh kiriye, di qada şer, siyasî û civakê de êrîşên dijawar li ser jinê tê meşandin. Ji ber ku dewet ji sîstema jinê ditirse û dixwaze bi van êrîşan deskeftiyên jinan ji holê rake. Li pêş çavê raya gişî ve jina siyasetmedar Hevrîn Xelef li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê hate qetilkirin. Li welat ji derveyî welat li her derê dewlet êrîşî jina Kurd dike. Ji ber ku jinan li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê modelek ava kir û ev model mînaka tevahiya dinyayê ye.”

‘BI BERXWEDANÊ EM Ê TÊKOŞÎNA JINÊ BILIND BIKIN’

Kaya destnîşan kir ku bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Li Dijî Şideta Jinan a Navnetewî li Amedê li gel jinan wê bên ba hev û ev tişt got: “Li ser tundiya li ser jinê em ê li hemû navçe û taxan li gel jinan civînan li dar bixin. Her wiha têkildarî deskeftî û rolê jinê komcivînan li dar bixin û bi saziyên weke Baro, Tîv, ÎHD, OHD û TJA re rapora tundiya li jinê hatine kirin eşkere bikin. Disa di vê çarçoveyê de komcivînên têkildarî tundiya jinê, rêyên hiqûqî, civakî û rîxistin kirina jinê de wê bên lidarxistin. Her wiha komxebatek ji 200 jinan pêk tê em ê li dar bixin. Di 25’ê Mijdarê de meşa jinan ya bi meşale wê bê pêk anîn. Em ê îsal bi dirûşmeya ‘Em ê bi berxwedanê têkoşîna jinê bilind bikin’ dakevin qadan.”

BANG LI JINAN KIR

Kaya, di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir û wiha got: “Weke Komeleya Jinan a Rosa em bang li tevahiya jinên Kurdistan, Tirkiyeyê û dinyayê dikin ku têkoşîna xwe ya rêxistinkirin, piştevanî û berxwedanê bilind bikin. Tenê em bi rêya berxwedan û rêxistinkirinê dikarin dawî li zimanê şer û tundiya dewletê ya li ser jinê bînin. Ji bo vê yekê jî divê em berxwedanê mezin bikin û piştevaniyê mezin bikin.”