Women Defend Rojava: Piştevanî wê mîna DAÎŞ'ê Erdogan jî têk bibe

Komîteya Kampanya Women Defend Rojava diyar kir ku dewleta Tirk tundiya zayendî weke çekê bi kar tîne. Komîteyê destnîşan kir ku mîna DAÎŞ'ê wê Erdogan jî têk bibin.

Komîteya Kampanya Women Defend Rojava bi wesîleya Roja Berxwedana Rojava ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin, berxwedêr hatin silavkirin û hate destnîşankirin ku li Rojava di heman demê de li dijî sîstema kapîtalîst a baviksalarî têkoşîn tê meşandin.

 Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di pêvajoya vî şerî de me careke din dîtin ku dagirkirina xakê her tim tundiya zayendîperest û destavêtinê weke çekê bi kar tîne. Kuştina hevala me û pêşenga şoreşa jinê Hevrîn Xelef, êşkencekirina li cesedê wê, piştî qetilkirina şervana YPJ'ê Amara Renas êrîşa bi zîhniyeta zayendîperest a li dijî bedena wê, revandina sivîlan û şervanên YPJ'ê, gefên destavêtin û serjêkirinê di heman demê de nîşan dide ku şerê ku dewleta Tirk li dijî Rojava dike şerekî li dijî hêza rêxistinî û îradeya jinên azade. Şer û dagirkeriya dewleta Tirk, qirkirina jinê û gefên qirkirinê hîn jî didomin.

Deklarasyona me ya jinan îro careke din îmzeyan hemûyan ji mûxataban re dişîne û dixwaze ku ji bo sûcên li dijî mirovahiyê bên astengkirin qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hêzên hewayî yên Tirk bê qedexekirin û ji bo dewleta Tirk hêzên xwe yên dagirker ji xaka Sûriyeyê vekişîne tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

'DAÎŞ TÊK ÇÛ, ERDOGAN JÎ WÊ TÊK BIÇE'

Piştî Roja Kobanê ya Cîhanê bi rojekê ji bo Roja Berxwedana Rojava ya Cîhanê em hêza xwe dikin yek. Me beriya pênc salan faşîzma DAÎŞ'ê di dema dorpêçkirina Kobanê de bi piştevaniya navneteweyî têk bir û ya 'nepêkan' pêk anîn, niha jî bi berxwedana xwe ya yekbûyî ya li dinyayê em ê faşîzma Erdogan têk bibin û ya 'nepêkan' pêk bînin."